Bi hezaran şehîd Hogir Bektaş oxir kirin

Şervanê YPG‘ê Omer Golge (Hogir Bektaş) ku di 21’ê Cotmehê de li Qamişlo di encama krîza dil de şehîd bû ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Xebat hate oxirkirin.

Bi hezaran şehîd Hogir Bektaş oxir kirin
Bi hezaran şehîd Hogir Bektaş oxir kirin
Bi hezaran şehîd Hogir Bektaş oxir kirin
Bi hezaran şehîd Hogir Bektaş oxir kirin
Bi hezaran şehîd Hogir Bektaş oxir kirin
Bi hezaran şehîd Hogir Bektaş oxir kirin
Bi hezaran şehîd Hogir Bektaş oxir kirin
Bi hezaran şehîd Hogir Bektaş oxir kirin
23 cotmeh, 2018   16:45

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê bi armanca wergirtina cenazeyê Omer Golge (Hogir Bektaş) li deriyê ketina bajarê yê aliyê rojavayê kom bûn, girse wêneyên şehîd Hogir Bektaş, posterên Rêberê Gelê Kurd û al û sembolên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê hilda bûn.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî û hêzên leşkerî beşdarî merasîm bûn.

Kerwanê oxirkirinê  piştî ku di nava kolanên sereke yên bajêr geriyan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ket.

Merasîmê oxirkirinê li goristanê bi turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Paşê ji fermanarên YPG‘ê Delîl Mensûr sersaxî ji malbata şehîd Hogir û hemû malbatên şehîdan re xwest.

Mesnûr di nava axaftina xwe de, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi riya çeteyên xwe hewl dide destkeftiyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê têk bibin û got, " Bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gel a li hemberî dijminan em gihiştine asteke rêxistinbûyînê."

Serokê Yekitiya Oldarên Misliman ê Herêma Cizîrê Mihemed Xerzî jî destînşan kir ku şehîd Hogir dibistaneke ji berxwedan û fedekariyê ye û wiha domand: "Şehîd Hogir şaxeke di dibistana Rêberê Netewî Abdullah Ocalan e yê ku banga  yekitiya gelan û têkoşîna li hemberî pergalên faşîzim dike."

Bi navê Malbata Şehîd Hogir Mazin Mihemed jî axivî û soza şopandina xeta şehîd Hogir û hevalên wî da.

Piştre nasnameya Şehîd Hogir ji aliyê endamê Meclisa Mablatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel Cenazeyê şehîd Hogir di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hate veşartin.

ANHA