Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin

Serokê Zanîngeha Selahedîn Dr. Riza Hesen Hisên got: " Zanîngehên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zanîngehên me ne, em amade ne bi hemû derfetan piştgiriya wan  bikin."

Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin
Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin
Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin
Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin
Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin
Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin
Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin
Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin
Serokê Zanîngeha Selahedîn : Em amade ne piştgiriya zanîngehên Rojava bikin
23 cotmeh, 2018   18:34

SILÊMANÎ

Şandeyeke jî zanîngehên Rojava, îro serdana zanîngeha Silêmaniyê kir. Şande bi germahî ji aliyê Serokê Zanîngeha Selahedîn Riza Hesen Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de, şandeya zanîngehên Rojava, sîstema perwerdeyê li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kêmasiyên têne jiyankirin dane nasîn û tekez kirin ku zanîngehên Rojava berhemên şoreşa azadiyê ya Rojava û Bakurê Sûriyê û di encamên kedeke mezin hatin vekirin.

Endamên şandeyê herî wila bal kişandin li ser tecrubya perwerdeyê li zanîngehan û teqez kirin ku pêwîstiya wan bi desteka zanîngehên herêma Kurdistanê heye.

Serokê Zanîngeha Selahedîn Riza Hisên diyar kir ku ew bi tecrûbeya zanîngehên Rojava û serdana şandeyê kêfxweş e û got: " Zanîngehên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zanîngehên me ne, em amade ne bi hemû derfetan pêre bibin alîkar."

Di dawiya hevdîtinê de şandeya Rojava qelxana bîranînê ya sembolên zanîngehên Rojava (Rojava, Kobanê û Efrîn) pêşkêşî Dr. Riza Hisên kirin.

Paşê şande li fakulteyên zanîngehên geriyan û bi rêveberên wê re hevdîtin kirin, her wiha beşdarî semînerekî bûn, da ku sîstema perwerdeyê nas bikin.

ANHA