Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin

Bi tevlîbûna sedan Hesekê û gundewarên wê cenazeyên şervanên QSD`ê Ehmed Xelef (Xebat), Muhîb Mihemed (Mêrxas) û Hemed Xillêf (Egîd) yên ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ şehîd bibûn li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hatin veşartin.

Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
23 cotmeh, 2018   16:08

HESEKÊ

Cenazeyên şehîdan ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê  hate wergirtin û bi karwanekê ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin û merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve destpê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan ji rêveberên meclisê Îbrahîm Hesen, bi navê Hêzên Leşkerî ji fermandarên YPG‘ê Şiyar Hesekê û bi navê Meclisa Kantona Hesekê Ehmed Eyo axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku şehîd ji bo rizgarkirina herêmê ji terorîstan û rakirina zulmê li ser gelan canê xwe feda kirin.

Kesên axivîne, soza şopandina rêya şehîdan dan.

Nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 3 şervanên Yekîneyên Displînên Leşkerî Ehmed Ebûd (Serhed), Selah Xelîl (Dilyar) û Xidir El-Namis (Elîşêr) ên ku di "Şerê Tinekirina Terorê " şehîd bibûn ragihand.

Şervanêna cenazeyê hersê şehîdên QSD‘ê di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA