ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 .10.2018
23 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê du şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir dikin, her wiha nasnmeyên du şehîdên din ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn eşkere dike, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanê YPG‘ê Hogir li Goristana Şehîd Xebat Dêrikê vedişêrin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Şaxê Dêrikê di navnîşana "Rojhilatê Çemê Firatê numuneyek e"panêleke li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê li dar dixe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê berxwedaniya xwe ya li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin. Şêniyên Şêrawayê ku biryara mayîna li warê xwe û domandina berxwedanê dane çend kilometer di navbera wan û navenda Efrînê ne û çavê wan li rizgarkirina kantonê ji dagirkeran e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveber û Mamosteya Zimanê Kurdî ya KPC.D ya Helebê Hêvîn Ebdo diyar kir ku wan deriyê tomarkirinê navan li pêşiya xwendkarên seretayî yên zimanê Kurdî vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Armanca Pergala Rêveberiyê ya nû ew e ku bingehên kar û xebatên zanîngeh û peymangeh û saziyên perwerdeya bilind ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike, her wiha karûbarên navxweyî yên zanîngehan û mekanîzmeya pêkanîna biryaran û têkiliyên di navbera yekîne û saziyên zanîngehê de diyar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-POLÎTÎKA

-Endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê yê Buroya Helebê diyar kir ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyê çeteyan li Idlibê û herêmên din ên Sûriyê belav dike û teqez kir ku tîfaq dê aloziya Sûriyeyê çareser neke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star semînereke têkildarî jiyana têkoşer Bêrîtan li gundê Birûc ê bajarê Dêrikê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîka Emîne Qewas piştî 44 salan xewna xwe ya ku ji ber zihniyeta mêrdestiyê mehrûm maye, pêk anî. Dayîka Emîne tev li dewreyek perwerdeyê dibe û tê de azadiya jinê nas dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên navçeya Dirbêsiyê gotin, azadiya Ocalan azadiya wan e û teqez kirin ku Ocalan bi fikrên xwe şerê sîstemên desthilatdar dike û dê bi serbikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Mamoste û xwendekarên Şedadê diyar kirin ku materyalên li dibistanên navçeyê tên dayîn, bi zimanê Erebî ne ku li ser Netewa Dmokratîk hatine amadekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Kampa Serdemê û saziyên li kantona Şehbayê xizmetan pêşkêşî şêniyên Efrînê yên li kampê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kaniya Şirik ji girîngtirîn cihên dîrokî yên navçeya Tirbespiyê tê hesbandin. Ruxmî siyasetên dewletya Tirk a ku hewl dide avê li ser Rojava qut bike, hîna jî diherike û ronakiya xwe parastiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê bi rêjeya ji sedî 15 ji projeya avakirina bajarê pîşeyî temem kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarokê Tiwêna yê girêdayî bajarê Hesekê ji ber nebaşiya riyan û kêmasiyên ava vexwarin û nan bi gilî û gazinc in. Her wiha şêniyan bang li Şaredariya Gel a bajarokê kirin ku pirsgirêkên wan çareser bikin. Ji aliyê xwe ve şaredariyê destnîşan kir ku li gorî derfetên heyî dê hindek pirsgirêkan çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA