Fermandarê amerîkî ji Brîtanyayê xwest ku welatiyên xwe yên endamê DAIŞ`ê bixwaze

Fermandarê Operasyonên Taybet ê Amerîkayê Lîwa Bathrick Roberts ji Brîtanyayê xwest ku her du welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ`ê bûbûn û niha li gel QSD`ê girtî ne, bixwaze. 

Fermandarê amerîkî ji Brîtanyayê xwest ku welatiyên xwe yên endamê DAIŞ`ê bixwaze
22 cotmeh, 2018   11:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora rojnameya The Telegraph a Brîtanyayê fermandarê Operasyonên Taybet ê Amerîçkayê Lîwa Bathrick Roberts ji Brîtanyayê xwest ku her du welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ`ê bûbûn û niha li gel QSD`ê girtî ne, bixwaze. 

Her du çeteyên behsa mijarê, navê yekî El-Şafî û navê yê din jî Kotî ye. Erka her du çeteyan ew bû ku serê girtiyên biyanî qut bikin.

Lîwa Bathrick Roberts teqez kir ku QSD û DYA bi awayekî çalak dixebitin da ku wan “kujeran” vegerîni welatê wan û li wir bikevin zindanê. Her wiha Bathrick Roberts da zanîn ku ev biryar ji bo hemû dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de hene, derbasdar e.