Endamên artêşa Tirk destdirêjî lê kir, birayê çete kuşt!

Dîmenekî ku asta hovîtiyê nîşan dide, li ser torên civakî belav bû. Bûyera ku li herêma Cerablusê pêk hatiye, çeteyek xwişka xwe bi guleyan dikuje.

Endamên artêşa Tirk destdirêjî lê kir, birayê çete kuşt!
22 cotmeh, 2018   11:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Cerablusê ya Sûriyê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcekî mirovahiyê hate kirin. Çeteyên ku ev sûc kirine, dîmenên bûyerê kişandin û li ser torên civakî belav kirin.

Li gorî agahiyan, kesê ev sûc kiriye ji "Artêşa Azad a Sûriyê” ye ku ser bi dewleta Tirk ve ye û xwişka wî buhayê hovîtî û barbariya çeteyan dide.

Di dîmenên bûyerê de, ciwanekî bi navê Beşar Bisîs çekê radike û keça ciwan ango xwişka xwe dikuje. Kesê ku dîmen kişandiye û hevkarê sûc e, dibêje navê wê jina ciwan Reşa Besîs e.

Di dîmenan de, hevkarê sûc dibêje "Namûsa xwe paqij bike". Ciwanê bi navê Beşar Besîs guleyan li xwişka xwe direşîne û dibe qurbaniyê nezaniya xwe. Çete tenê bi valakirina jarjorekê nasekine, fermana kesê ku dîmenan dikişîne pêk tîne û careke din dest bi gulereşandinê dike.

Gelek agahî belav bûn ku sûcdar xwişka xwe kuştiye ji ber ku çeteyên  artêşa Tirk destdirêjî lê kirine. Lê her tişt dide xuyakirin ku keça ciwan bûye qurbaniya nezanî û cehaletê.

Ji ber krîza ku çeteyên dewleta Tirk li Cerablûsê pêk anîne, gef li jina ciwan hatin kirin û nikaribû parastina xwe bikira. Çeteyê ku xwişka xwe kuşt, xwe pê serbilind kir û sûcê ku kiriye bi rêya dîmenan parve kir.