QSD`ê êrîşa çeteyan têk bir, erebeyeke teqemenî kete destê şervanan

Şervanên QSD`ê êrîşa çeteyan a bi erebeya bombebarkirî têk birin û erebeyeke teqemenî ya çeteyan jî kete destê şervanan.

QSD`ê êrîşa çeteyan têk bir, erebeyeke teqemenî kete destê şervanan
22 cotmeh, 2018   10:39

DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku QSD`ê dane, îro saetên sibê, çeteyên DAIŞ`ê hewl dan bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê yên bajaroka El-Sûsê bikin. Şervanên QSD`ê êrîşa çeteyan têk birin û çeteyê êrîşkar hate kuştin.

Her wiha erebeya teqemenî ya çeteyan kete destê şervanên QSD`ê.

Şervanên QSD`ê îro derbasî bajaroka El-Sûsê bûn û li bajarok şerên giran rû didin.

ANHA