Îsraîlê gefa qutkirina avê li Urdunê xwar

Îsraîlê gef li parêzgeha Urdunê Omanê xwar ku heke hevpeymana têkildarî herêmên li ser sînor nû neke, dê avê bi ser de qut bike.

Îsraîlê gefa qutkirina avê li Urdunê xwar
22 cotmeh, 2018   10:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Skynewsê ragihand ku wezîrê çandiniyê yê Îsraîlê Urî Arîel di hevpeyvînekê de got ew ê Îsraîl avê bi ser Omanê de qut bike eger hevpeymana der barê gundên El-Ximir û El-Baqûrê de bê rakirin.

Wezîrê çandiniyê yê Îsraîlê wiha got: "Pêwîstiya Urdunê bi Îsraîlê heye, zêdetirî ku pêwîstiya Îsraîlê bi Urdunê hebe."

Qralê Urdunê şeva derbasbûyî ragihandibû ku îtifaqa ku Îsraîl herêmên El-Baqûre û El-Xemir ji Urdunê 25 salan kirê kiribû, qebûl nekiriye. Hevpeymana kirêkirinê jî dê sala bê bi dawî bibe û dema nûkirina hevpeymanê roja Pêncşema çûyî bi dawî bû.

Roja înê li parêzgeha Urdunê Omanê xwepêşandanên ji bo vegerandina herêmên El-Baqûre û El-Xemir ên li ser sînorê Îsraîlê, rû dan.

(jo)