Ruxmî gelek astengiyan jî hunera xwe berdewam kir

Jenyarê bizqê Umer Mehmûd ji zarokatiya xwe ve ji bizqê hez dike û ruxmî gelek astengiyan jî rêya xwe ya muzîkê berdewam kir.

Ruxmî gelek astengiyan jî hunera xwe berdewam kir
22 cotmeh, 2018   10:07

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Jenyarê bizqê Umer Mehmûd mîna gelek sazbendan di dema Baasê de ji herêmê re gelek astengî kişandin. Lê dîsa jî dest ji hunera xwe berneda.

Çîroka Umer Mehmûd (42) û muzîkê ji 4 saliyê wî ve dest pê kir. Umer di peydakirina bizqê de rastî gelek astengiyan hat, ji ber wê bi xwe amûra bizqê ji tenekeyek û darikekî çêdike. Mehmûd destpêkê xwe li ser vê amûrê fêrî lêdana bizqê dike.

Di wan deman de tevî buhabûna bizqê, rêjîma Baasê bikaranîna amûrê qedexe dikir. Umer pir caran xwest bizqekê bikire, lê şert û mercên jiyanê wê demê nehişt ew xewna xwe pêk bîne. Piştre hevalekî wî bizqekê diyarî wî dike. Êdî her duyan bi hev re xwe fêrî lêdana bizqê kir û komeke muzîkê ava kir.

Piştî gelek bendemayîn û perwerdekirinê, Umer Mehmûd û hevalên xwe yên komê cara yekemîn tev li şahiya Newrozê li Kobanê dibin.

Ji ber polîtîkayên Baasê ku huner û çanda kurdî qedexe dikirin, 6 mehan hate girtin. Lê piştî ku ji girtîgehê derket karê xwe berdewam kir.

Girêdayî mijarê Umer Mehmûd dibêje di sala 2000`an de cara yekemîn bizqek taybet ji xwe kirî. Her wiha tev li Koma Aştiyê bû. Li ser zextên rêjîma Baas, neçar ma bi veşartî li bizqê bide û perwerdeya xwe bi komê re bimeşîne.

Têkildarî rewşa xwe ya hunerî Umer wiha got: "Niha ez zarokên ji temenên cuda fêrî lêdana bizqê dikim."

Umer Mehmûd tekez kir ku ruxmî astengiyên ku rastî wî hatine lê dîsa jî tê koşiya û fêrî lêdana bizqê bû. Her wiha destnîşan kir ku ew ji bo gihandina nifşekî ku baş fêrî lêdana bizqê bibe, dixebite.

(şx)

ANHA