Kongreya Star qetilkirina jina ciwan a ji Cerablusê bi tundî şermezar kir

Kongreya Star sûcê der heqê jina ciwan a bi navê Reşa Bisîs de ku ji aliyê birayê xwe ve bi awayekî hovane hate qetilkirin, bi tundî şermezar kir.

Kongreya Star qetilkirina jina ciwan a ji Cerablusê bi tundî şermezar kir
22 cotmeh, 2018   09:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din di dîmenekê de ku li ser toreyên civakî hate belavkirin, diyar dibe ku çeteyên Erdogan sûcekî der heqê jina ciwan a bi navê Reşa Bisîs de dikin. Çeteyan destdirêjî li navê Reşa Bisîs a ji Cerablusê kir. Çeteyan piştî destdirêjiyê jina ciwan teşhîr kir. Birayê Reşa jî ku ew bi xwe jî çete ye, bi awayekî hovane ew qetil kir. Têkildarî mijarê Kongreya Star li Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo raya giştî ya cîhanê û ji çapemeniyê re,

Duh dîmenek ku tê de jineke ciwan bûye qurbaniya çeteyên Erdogan, hate belavkirin. Çeteyan destdirêjî li jina ciwan a bi navê Reşa Besîs li herêmên dagirkirî li Cerablusê kir. Lê ji ber ku jina ciwan li ber xwe da, çeteyan ew teşhîr kir. Birayê jina ciwan ku ew jî bi xwe çete ye, bi awayekî hovane ew qetil kir û ev kiryar wek lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de ye.

Dagirkeriya Tirk îdiayên qaşo wê li herêmên dagirkerî ewlekariyê pêk bîne, lê bi rêya vê dîmena ku li ser toreyên civakî hate belavkirin, careke din derew û rastiya dagirkeriya faşîst û zîhniyeta faşîst a li ser civakê û jinan derket holê. Erdogan dixwaze tolê ji destkeftiyên jinan di vê şoreşê de bistîne. Mînaka herî berbiçav jî tişta ku li Efrînê çêbû, hemû bûyer û şîdeta plankirî ya li ser jinan xwe dispêre heman zîhniyetê û ew jî şikandina îradeya jinan e. Li Efrînê bi awayekî hovane êrîşî deskeftiyên jinan kirin ku xwe bi fikrên azadî, aştî û metoda rêber Apo têr kirine.

Ev ne cara yekemîn e ku rewşên bi vî rengî di bin sîwana zîhniyeta Erdoganê faşîst de çêdibin, dixwazin vê zîhniyetê bi hebûna şer biparêzin.

Jin her li hemberî zilm û şîdetê disekinin, ji bo şikandina morala wan, sûcên bi vî awayî pêk tînin da ku tirsê bixin nava dilê wan û wan bê hez bikin da ku tiştên heyî qebûl bikin. Li ser vî esasî em vî sûcê der heqê jinan de şermezar dikin û em piştgiriyê didin hemû jinan û destekê didin wan. Her wiha em bang li hemû jinên Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê li dijî sûcan bisekinin û serê xwe li hemberî faşîstbûnê netewînin û li ber xwe bidin da ku dagirkeriyê tune bikin.

Em wek Kongreya Star li Rojava bi tundî sûcên der heqê jinan de şermezar dikin, her wiha em ji rêxistinên mafên mirovan qaşo yên ku banga mirovahiyê dikin, li hemberî dagirkeran û faşîstan helwestekw xwe ya cidî raber bikin, da ku karesatên der heqê jinan û civakê de bi dawî bikin.”

(kc)