Koalîsyona Navdewletî: Me mizgefteke ku DAIŞ’ê kiribû baregeh, kir hedef

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê eşkere kir ku di êrîşên wan de yên li dijî mizgeftekê li gundewarên Dêrazorê, hejmareke çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Koalîsyonê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê mizgeft kiribû cihê pêkanîna êrîşan.

Koalîsyona Navdewletî: Me mizgefteke ku DAIŞ’ê kiribû baregeh, kir hedef
22 cotmeh, 2018   09:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê ragihand ku li gundewarên Dêrazorê mizgefteke ku çeteyên DAIŞ'ê kiribû baregeh, ji aliyê hêzên wan ve hate rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

Berdevkê Koalîsyonê miralay Sean Ryan ragihand ku êrîş roja Pêncşemê pêk hat, di encamê de 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û wargeha wan a di hundirê mizgeftê de hate rûxandin. Sean Ryan diyar kir ku DAIŞ ev mizgeft veguherandibû baregeha operasyonên xwe yên li dijî koalîsyonê û hevalbendên wê. Ryan wiha got: "Bikaranîna mizgeftan bi vî şêwayî qanûnên şer binpê dike û dihêle mizgeft bibin hedefên êrîşan."

Der barê raporên girêdayî kuştina sivîlan li vê mizgeftê de berdevkê koalîsyonê tekez kir ku koalîsyonê mizgeft kontrol dikir da ku nas bike bê kengî sivîl li wir in û anî ziman ku koalîsyon hemû nûçeyên biguman ên der barê kuştina sivîlan de lêpirsîn dike.

ANHA