Ji bo pêşxistina çandiniyê li Şehbayê plansaziyeke nû

Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê ji bo sala 2018-2019`an û bi armanca pêşxistina çandiniyê plansaziyeke çandiniyê ya nû danî.

Ji bo pêşxistina çandiniyê li Şehbayê plansaziyeke nû
22 cotmeh, 2018   10:01

CAFAR CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Di encama şerên ku li herêmê rû dane de, warê çandiniyê li kantona Şehbayê di dirêjahiya 7 salan de paşde çûye. Ji lew re Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê ji bo pêşxistina beşa çandiniyê plansaziyek danî.

Komîteyê destpêkê astengî nas kir û girtekên pêwîst ji bo geşepêdana hilberîna çandiniyê diyar kir, piştre li gorî wê plansaziyek çandiniyê danî.

Li gorî plansaziyê, komîte dê rûberên zeviyan yên avdanê zêde bike û pêdiviyên wê peyda bike da ku asta hilberîna çandiniyê li kantona Şehbayê ji aliyê kalîte û miqdarê ve bilind bike.

Ji bo pêşxistina sewalkariyê û beşa pîşeyî, komîte bi rêya plansaziyê dê kargeheke dexl û êmê sewalan ava bike. Her wiha kargeha hilberîna şîr û berhemên wê ji nû ve veke.

Ji ber ku hilberîna petatan (kartol) ji hilberînên sereke ye ku li herêmên Şehbayê tên çandin, komîte hewl dide zeviyên ku bi petatan hatine çandin zêde bike û pêdiviyên hilberînê wekî mazot, semad û dermanên çandiniyê peyda bike.Her wiha ev plansazî gelek derfetên kar ji şêniyên herêmên Şehbayê re peyda dike.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Basim Osman got rêgezên ku plansazî li gorî wê hatiye danîn, pêwîstiyên sereke yên şêniyên kantonê peyda dike, debara xwe bi xwe bi cih tîne û gelek derfetên kar ji şêniyan re di warê çandiyê de peyda dike.

(şx)

ANHA