Rêveberiya kampa Eyn Îsa derfetên kar ji koçberan re peyda dike

Bi rêka nivîsgeha karkirinê derdora ji sedî 90 koçberên Eyn Îsa derfetên kar di hundirê kampê de dîtine.

Rêveberiya kampa Eyn Îsa derfetên kar ji koçberan re peyda dike
Rêveberiya kampa Eyn Îsa derfetên kar ji koçberan re peyda dike
Rêveberiya kampa Eyn Îsa derfetên kar ji koçberan re peyda dike
21 cotmeh, 2018   10:27

EHMED KEMIYAN – TIRKÎ EL-KELAT / GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Kampa Eyn Îsa ji koçberên kampê re ku hejmara wê 13 hezar e, ji rêxistinên karkeran ên li kampê re dibe hevkar û derfetên kar ji koçberan re peyda dike.

Buroya karkirinê ji koçberên kevn re ku hatine kampê û navên xwe tomar kirine, derfetên kar peyda dike. Buro ji rêxistinên perwerdeyê re dibe hevkar ku kesên xwedî bawername, wek mamoste û berpirs û gelek karên dîtir bidin xebitandin. Buro hewl dide mehane ji 200 heta 300 koçeberan ji her du zayendan di hundirê kampê de wek karkerên paqijiyê bide xebitandin.

Der barê mijarê de, koçberê bi navê Adil El-Hemûda spasiya rêveberî û nivîsgeha karkirinê kir ku derfetên kar ji wî re peyda kirin ku pêdiviyên rojane jê derdixe.

Endamê rêveberiya kampê Celal El-Eyaf destnîşan kir ku buroyê derfetên kar ji bo ji sedî 90’ê kesên ku dixwestin kar bikin, dîtin.

El-Eyaf got hejmareke mezin ji koçberan rojane derdikevin navçeya Eyn Îsa da ku bixebitin, ji ber ku rêxistinên alîkariyê rewşa wan a madî paşguh kiribû.

Bi dehan koçber derfetên kar li dervayî kampê dibînin, li gorî aliyên ku karkeran dixwazin, zêdetirî 2 hezar koçber di mewsima çinîna pembo de li kantona Girê Spî û gundên Reqayê bi hevkariya aliyên pêwendîdar ji bo peydakirina mafên xwe, kar dikin.

(jo)

ANHA