'Şehadeta têkoşer Bêrîtan bû noqteya guhertina dîroka jinan'

Endama rêveberiya Kongreya Star a Girkê Legê Nesrîn Dahêr destnîşan kir ku şehadeta têkoşer Bêrîtan noqteya guhertina dîroka jinan e.

'Şehadeta têkoşer Bêrîtan bû noqteya guhertina dîroka jinan'
'Şehadeta têkoşer Bêrîtan bû noqteya guhertina dîroka jinan'
21 cotmeh, 2018   10:25

QAMIŞLO

Kongreya Star a bajarokê Mistefewiyê ya girêdayî navçeya Girkê Legê bi rasthatina salvegera 26’emîn a şehadeta têkoşera tevgera azadiyê Bêrîtan, civînek li meclisa bajarok li dar xist. Di civînê de bi dehan jinên bajarokê Mistefawiyê û gundên girêdayî wê amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Nesrîn Dahêr li ser şehîd Bêrîtan wiha got: "Şehîd Bêrîtan û destpêka tevlêbûna xwe ya nava tevgera azadiyê bûbû, çavkaniya moralê û fermandara jiyanê bû."

Nesrîn destnîşan kir ku Bêrîtan her tim ji bo azadiya jinan tê dikoşiya û ev tişt anî ziman:”Şehadeta têkoşer Bêrîtan bû noqteya guhertina dîroka jinan, ji ber ku şehîd Bêrîtan xiyanet red kir û hemû bendên ku ji azadiya jinan re hatibû danîn, şikandin."

Civîn bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(jo)

ANHA