Xezeba Zeytûnê çalakiyeke din li dijî çeteyên artêşa dagirker lidar xist

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku şervanên wan çalakiyek li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Xezeba Zeytûnê çalakiyeke din li dijî çeteyên artêşa dagirker lidar xist
21 cotmeh, 2018   08:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê îro bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku şervanên wan çalakiyek li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê lidar xistine.

Li gorî daxuyaniya odeyê dateyên çalakiyê wiha ne:

-18`ê Cotmeha 2018`an şervanên me bi du mayînan du erebeyên leşkerî yên çeteyên artêşa dagirker li herêma El-Meqle ya taxa Tirnde ya Efrînê teqandin. Erebeya yekemîn bi temamî hate teqandin û çeteyên têde hatin kuştin. Erebeya din a çeteyan ku bi hawara wan ve hat, mayîn bi wê de jî teqiya.

Di encama teqandina her du erebeyan de 4 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn.

Odeyê di dawiya daxuyaniyê teqez kir ku çalakiyên wan ên dawî di çarçoveya parastina rewa  û tolhildana ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de pêk tîn.

(jo)

ANHA