Şervanekî ji Reqa: Lingê min qut bû, lê min xewna xelasiya ji DAIŞ'ê pêk anî

Şervanê QSD'ê bi navê Necim El-Şewax ê ji bajarê Reqayê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de lingekî wî qut dibe. Necim got:”Rast e lingê min qut bû, lê min xewna xelasiya ji DAIŞ'ê pêk aniye.”

Şervanekî ji Reqa: Lingê min qut bû, lê min xewna xelasiya ji DAIŞ'ê pêk anî
Şervanekî ji Reqa: Lingê min qut bû, lê min xewna xelasiya ji DAIŞ'ê pêk anî
Şervanekî ji Reqa: Lingê min qut bû, lê min xewna xelasiya ji DAIŞ'ê pêk anî
20 cotmeh, 2018   07:23

EHMED REŞÎD-MIHEMED EBDO / HELEB

Şervanê bi navê Necim El-Şewax El-Şewax li Reqayê di sala 1989'an de ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya amadehî li Reqayê bi dawî kiriye. Bavê 3 zarokan e û mîna bi hezaran malbatên Sûriyê an jî mirov dikare bêje malbatên Reqayê ji ber dagirkeriya DAIŞ'ê ji bajêr û şerên ku rû dane gelek êş û zehmetî kişandiye.

Azarên Necim dema çeteyên DAIŞ'ê jêdera qûta wî qedexe kirine dest pê kir. Necim di dirûtina cilên jinan de dixebitî. Lê ev kar di nêrîna çeteyan de kifir û heram e.

Azarên malbata Necim û gelek malbatên Reqayê bi dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê ji bajarê Reqayê zêde bûn. Necim vê qonaxê bi 'gelek xirab bû' bi nav dike û bi gotinekê bi zaravaya herêmî rave kir(Em di tabutekê de bûn û em li benda xelasiya bûn."

Piştî gelek trajediyan, Necim tev li QSD`ê bû

Danûstand bi DAIŞ'ê re ne hêsan bû. Şênî bûn şahidê binpêkirinê DAIŞ'ê der heqê şêniyan de ji kuştin û revandin. Necim hindek ji binpêkirinên DAIŞ'ê bi bîr xist û wiha got:"Çeteyan xizmeke min bi hinceta ku mamoste ye û ji fakulteya Wêjeya Erebî xwendiye serê wê jê kirin. Karê jin di qanûnên DAIŞ'ê de qedexeye û tê wateya derketina ji fermanên wan e."

Her wiha Necim bûyerek din vegot û ev tişt got:"Çeteyan textorekî nexweşiya jinan girtin û kirin birka avê ya Parka El-Reşîd û heta mirinê ew recim kirin. Bi hinceta ku ew jinan muayene dike."

Necim ji ber van binpêkirinên çeteyan xwest ku malbat xwe ji vê tarîtiyê xilas bike. Bi destpêkirina pêngavên rizgarkirina Reqayê, biryar da ku tev li refê QSD'ê bibe.

'Xema min a serke xilasiya ji DAIŞ'ê ye'

Bi nêzikbûna QSD'ê ji navenda bajarê Reqayê re, di qonaxên destpêkê yê pêngava rizgarkirinê de, Necim ji herêmên bin dagirkeriya DAIŞ'ê reviya û tev li refên QSD'ê bû.

Piştî 7 mehan ji tevlêbûna Necim ji QSD'ê re û bi dijwarbûna şer di nav bajêr de, Necim û çend hevalên xwe berê xwe dan avahiya Îyadaat. Dema ketin avahiyê mayîna ku çeteyan çandibû bi wan teqiya. Di encamê de lingê Necim qut bû û hevalekî wî di zikê xwe de birîndar bû.

Têkildarî vê mijarê Necim wiha got: "Pisporên mayînan ên DAIŞ'ê biyanî bûn. Mayîn bi awayekî pispor çandibûn. Mayîn ji bombeyek destan ku gihandi bûn turek ji madeya TNT û 50 fîşekên BKS'ê yên teqemenî, pêk dihat."

Necim wiha doman: "Rast e lingê min qut bû, lê min xewna xelasiya ji DAIŞ`ê pêk anî. Ev welatê me ye. Heta vê kêliyê ez ne poşman im, berovajî wê ez serfiraz im."

Di berdewama gotinên xwe de Necim pesna fedekariyên şervanên jin ên Yekîniyên Parastina Jin di şer de kir û destnîşan kir ku ew li ber fedekariya şervanên jin mat mayî dimînin û wiha got: "Pîroz dihatin dîtin û bi afrînerên aştiyê dihatin bi navkirin."

'Bila kesên ku gotegotan belav dikin neaxivin, ji ber ku ez ji Reqayê me'

Têkildarî gotegotin ku hin dazgehên çapemeniyê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker belav dikin û dibêjin ku QSD'ê ciwanan bi darê zorê tev li hêzên leşkerî dike Necim wiha got: "Em weke ewladên Reqayê bi razîbûna rûspî û şêx êlên herêmê meclisek leşkerî ji şêniyên bajêr pêk tê li rex meclisek sivîl av kir."

Di berdewama gotinên xwe de Necim ev tişt anî ziman:” Me bajarê xwe rizgar kir û em ê ji nû ve bajêr ava bikin. Tişta herî girîng ku QSD'ê bi dest xistiye, ewlehiya bajêr e."

Tevî qutbûna lingê xwe, şervan Necim El-Şewax dest ji bi serxistina projeya ku parçeyek ji bedenê xwe di wê rêyê de daye bernedan. Niha di werşeyên dirûtina cilên leşkerî yên QSD'ê dixebite.

(şx)

ANHA