'Piştî têk çûn, tecrîd giran kirin'

Siyasetmedarê Kurd Şemsdîn Mele Îbrahîm derbarê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got da ku rê li ber belavbûna fikrên wî li Rojhilata Navîn bigirin û wiha dewam kir:”Dewletên komploger ku li hemberî Ocalan têk çûn, tecrîdkirina wî  giran kirin.”

'Piştî têk çûn, tecrîd giran kirin'
20 cotmeh, 2018   06:59

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Siyasetmedarê Kurd û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Kantona Hesekê Şemsdîn Mele Ibrahîm teqez kir ku tecrîd, bi rihê fikr û felsefeya Ocalan dê têk biçe.

Mele Îbrahîm bi lêv kir ku 27 dewlet bi hemû hêz û istixbarata xwe, ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin bi komploya li dijî Ocalan li hev kirin û wiha got:"Ji ber ku fikr û felsefeya Ocalan ne li gorî fikrên wan ên ne mirovahî ne.”

‘Hewldanên wan têk çûn’

Her wiha Mele Îbrahîm destnîşan kir ku wan dewletan bawer dikirin ku eger Ocalan li girava Îmraliyê bigirin û hemû mafên wî binpê bikin, mîna carên berê dê Partiya Karkerên Kurdistanê tune bikin û vîna gelê Kurd bişkînin.

Mele wiha domand: "Partiya Karkerên Kurdistanê ruxmî gelek komployan bi rêya fikr û felsefeya Ocalan karî gelek destkeftî bi dest bixista û di nav gelê Kurd de xwe birêxistin bike. Dewleta Tirk û hevkarên wê hewl didin fikr û felsefeya Ocalan tine bikin, da ku projeya demokartîk têk bibin. Lê hewldanên wan têk çûn ji ber ku fikrên Ocalan li Rojhilata Navîn belav bû û êdî gelên wê bi xwe çarenûsa xwe diyar dikin."

Şemsedîn Mele Îbrahîm bal kişand ku dewleta Tirk tecrîd li ser Ocalan ferz kiriye; ji ber ku gel di şoreşa 19'ê Tîrmehê de fikrên Ocalan ji xwe re kirin bingeh û civakek demokratîk ava bike û wiha dewam kir:"Dewleta Tirk bi çavê xwe dît ku rêgezên Ocalan ên biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyê herêmê de pêk hatiye û çawa saziyên ku hatine avakirin hemû pêk hate, çîn û olan hemêz kiriye. Ev tişt ne li gorî rêgezên dewleta Tirk a dagirker e. Ji vê bingehê êrîşî Efrînê kir û dagir kir."

‘Hemû qanûnên rêxistinan derew in’

Di berdewama gotinên xwe Mele Îbrahîm destnîşan kir ku hêzên mezin û rêxistinên mafê mirovan li hember tecrîda giran ku dewleta Tirk li Ocalan ferz kiriye, bêdeng in û ev nirxand kir:”Ji ber ku berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hevpar in. Rêxistinên ku qaşo li dijî tundiyê ne û parastina mafê girtiyan dike, li hember tecrîdê bêdeng in. Ji ber ku berjewendiyên pergalên dewletên wan, bi dewleta Tirk re hene. Ji lewra hemû qanûnên wan derew in.”

Di dawiyê de siyasetmedarê Kurd Şemsdîn Mele Îbrahîm got:"Dewletên ku 10 sal in  serxwebûna ragihandine, rojekî nikarîn li hember DAIŞ'ê bisekinin. Lê bi saya Yekîneyên Parastina Gel (YPG/YPJ) û QSD'ê, DAIŞ ji herêmê qewirandin. Ne ji wan ba, dê DAIŞ'ê li hemû cîhanê belav bûbûya. Pêşketina jinan di Rojhilata Navîn de mînaka rastiya fikra Ocalan e. Ji ber ku pergalên serdest jinan ji mafên wan bêpar hiştine."

(şx)

ANHA