Siûdî Erebistan derbarê kuştina Kaşikçi daxuyanî da

Siûdî îdîayên kuştina rojnameger Cemal Kaşikci ya li Konsolosxaneya Stenbolê piştî 3 hefteyan şûnde qebûl kir.

Siûdî Erebistan derbarê kuştina Kaşikçi daxuyanî da
20 cotmeh, 2018   06:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî ji aliyê Serdozgeriya Siûdî ve hate dayîn û hate gotin ku Kaşikçi dema xirecira erkdarên konsolosxaneyê miriye.

Ev bi hefteyan bû têkildarî mirina Kaşikçi gotegot dihate kirin û Siûdî  diyar kir ku têkildarî bûyerê herî kêm 18 kes hatine binçavkirin.

Têkildarî bûyerê di biryarnameya qralyetê de hate gotin ku Alîkarê Serokê Îstixbareta Giştî ya Siûdî Ahmed Asîrî ji peywîrê hatiye girtin. Li aliyê din hate gotin ku 3 endamên îstixbaretê yên di asta bilind de jî ji peywîrê hatine girtin û wê Serokatiya Îstixbareta Giştî ji nû ve were îlankirin.

Hate ragihandin ku di vê çarçoveyê de wê Prensê Welîaht Mûhammed bîn Selman ê ku ji ber bûyera Kaşikçi di hedefê de bû bibe serokê komîteyê.