Li Şedadê şehîdek hate oxirkirin û nasnameyên 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin

Gelê navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê Şûeyb Xidir li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kir. Her wiha nasnameyên 5 şehîdan hatin ragihandin.

Li Şedadê şehîdek hate oxirkirin û nasnameyên 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate oxirkirin û nasnameyên 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate oxirkirin û nasnameyên 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate oxirkirin û nasnameyên 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate oxirkirin û nasnameyên 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate oxirkirin û nasnameyên 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate oxirkirin û nasnameyên 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin
Li Şedadê şehîdek hate oxirkirin û nasnameyên 5 şehîdan jî hatin eşkerekirin
19 cotmeh, 2018   11:47

HESEKÊ

Gelê navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Şûeyb Xidir (Xidir) ku di qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê şehîd bû, ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt û ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve hate destpêkirin. Paşê bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê fermandar Hisên Hemade axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Hemade destnîşan kir ku bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan herêm bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin. Hemade got Şerê Tunekirina Terorê di qonaxa xwe ya dawîn de ye da ku herêm ji çeteyan were rizgarkirin û sivîl ji zilm û zorê werin rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve endamê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Nicûm destnîşan kir ku şehîdan ji bo azadî û rizgarkirina gelê herêmê canê xwe feda kir û divê mafê wan neyê çewisandin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Ji aliyê xwe ve malbata şehîd soza şopandina hemû şehîdên şoreşê da.

Her wiha di merasîmê de nasnameyên 5 şehîdên Şerê Tunekirina Terorê hatin eşkerekirin û navên wan wiha ne: Casim Cedan, Mûrad Selame, Casim Mustefa, Eymen Xilêf û Ebid Mihmed Hisên û wesîqetên wan radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Şûeyb Xidir di nava tilîliyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA