Ji bo 5 şervanên QSD`ê merasîmeke xiyabî hate lidarxistin

Ji bo 5 şervanên QSD`ê ku 12‘ê Cotmehê li Dêrezorê şehîd bibûn, merasîmekê xiyabî hate lidarxistin.

Ji bo 5 şervanên QSD`ê merasîmeke xiyabî hate lidarxistin
Ji bo 5 şervanên QSD`ê merasîmeke xiyabî hate lidarxistin
Ji bo 5 şervanên QSD`ê merasîmeke xiyabî hate lidarxistin
Ji bo 5 şervanên QSD`ê merasîmeke xiyabî hate lidarxistin
Ji bo 5 şervanên QSD`ê merasîmeke xiyabî hate lidarxistin
19 cotmeh, 2018   11:54

HESEKÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê ji bo şervana QSD‘ê Bediran EL- Selim(Ebdullh),Eyûb EL-Selim(Dilşêr),Seqir Birahîm(Zêbeq), Xidir EL- Keleş(Nimir), Hesem Mehûd(Ciwan) yên ku 12‘ê Cotmehê li Dêrazorê de şehîd bûbn, merasîmek xiyabî lidar xist.

Merasîm li Salona Şehîdan a Serêkaniyê hate lidarxistin. Şêniyên bajarê berê xwe dane cihê merasîmê û ji malbatên  5 şervanên QSD`ê sersxî xwestin. Salona şehîdan bi wêneyên her 5 şehîdan hate xemilandin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Beyar Emîn axivî  sersaxî ji melbata têkoşeran  re xwest û got:”Bi saya keda şehîdan aramî li herêmê pêk hatiye û bi saya wan em ê serkeftinên hin mezintir bidest bixin.”

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Birahîm Selim axivî û got:"Xeta berxwedanê ku îro tê meşandin, bingeha xwe xwîna şehîdan e. Berxwedanî li Serêkaniyê dest pê kir û li Efrînê û Dêrazorê tecîdar dike. Berxwedaniya li Bakurê Sûriyê tê kirin, tevahî cîhan matmayî kir. Li Efrînê berxwedaniya bêhempa  didome, bingeha vê berxwedanê jî îradeya gel e.”

di berdewamiya merasîmê de li ser navê Fermandariya QSD`ê Azad Welat jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got ji bo jiyaneke azad û birûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan were derketin.

Piştîre girse bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" ji bin sala şehîdan derketin.

(ekîb)

ANHA