'Piraniya kesên ji Wargeha Beharyê hatine revandin xwedî nasnameyên Rûsî ne'

Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê piraniya kesên ji wargeha Behra ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, nasnameyên wan Rûsî.

'Piraniya kesên ji Wargeha Beharyê hatine revandin xwedî nasnameyên Rûsî ne'
19 cotmeh, 2018   11:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê di êrîşa 12'ê Cotmehê de ya li dijî Wargeha Koçberan a Beharyê 130 malbat di nav de 90 jin in revandine.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku çavkaniyê pêbawer ên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê nûçeya dezgehên çapemeniyê yê Rûs ku dibêje ji kesên ji aliyê DAIŞ'ê ve ji Wargeha Beharayê hatine revandin nasnameyên Amerîkî hene derewandin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li agahiyên ku çavkaniyê pê bawer dane, di wargehê de jin û zarok hene, piraniya wan nasnameyên Rûsî an jî yên welatên Yekitiya Sovet  û hin nasnameyên Iraqê.

Serokê Rûsya Putin roja pêncşemê di Panêla Valdaya ya bajarê Sochi hatibû lidarxistin got:" çeteyên DAIŞ'ê ji wargeha koçberan a nêzî Dêrazorê 700 kes revandine, kesên hatine revandin Ewropî ne, çeteyan hişyarî û daxwaz kirin ku heger van hişyariyan bi cih neyîne dê rojane 10 kesan îdam bikin û beriya du rojan 10 kes îdam kirin."

Berdevkê Pentagon di daxuyaniyekê de li gel ajansa VOA'yê gumanên xwe li ser van agahiyan anî ziman û got:"Ruxmî êrîş li ser wargehê hatiye, lê daxuyaniyên serokê Rûsya ku di raporên Ajansa Nûçeya a Tas a Rûsî de hatin dûbarekirin bawerî pê nin in."

Kampa Behra ango kampa Îwa li herêma Hecîn beriya niha bi demekê hate avakirin.