Li Efrînê rûyê rast ê dagirkeriya Tirkiyeyê careke din aşkere dibe

Jinên kantona Efrînê destnîşan kirin ku binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li Efrînê rûyê rast ê siyaseta dewleta Tirk a dagirker aşkera dike û diyarin kir ku hêzên dagirker di bin navê îslamê de binpêkirinan dikin.

Li Efrînê rûyê rast ê dagirkeriya Tirkiyeyê careke din aşkere dibe
Li Efrînê rûyê rast ê dagirkeriya Tirkiyeyê careke din aşkere dibe
Li Efrînê rûyê rast ê dagirkeriya Tirkiyeyê careke din aşkere dibe
Li Efrînê rûyê rast ê dagirkeriya Tirkiyeyê careke din aşkere dibe
Li Efrînê rûyê rast ê dagirkeriya Tirkiyeyê careke din aşkere dibe
19 cotmeh, 2018   08:01

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Polîtîkayên qirkirinê yên li Efrînê roj bi roj zêdetir dibin. Hêzên dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî mirovan û xwezaya Efrînê zêde dikin. Herî dawî bi hatina mewsimê berhevkirina zeytûnan re, dest bi talankirin û dizîna hilbirînên zeytûnan ên şêniyên Efrînê kirine.

Rastiya îdiayên serokê AKP‘ê ku ji sala 2001‘an ve desthilatdariya Tirkiyeyê dike, îro li Efrînê derdikeve holê. Erdogn–AKP ji destpêka êrîşên xwe yên li ser Efrînê ve komkujî, wêrankirin û talankirinê pêk tînin. Her wiha dest dirêjî pîrozgeh, deverên dîrokî kirin û binesaziya herêmê rûxandin.

Piştî dagirkirinê dagirkeran vê carê jî dest bi revandina sivîlan, xwestina pereyan ji malbatên wan li bermaberî berdana wan kirin. Her wiha dest dirêjî xwezaya kantonê kirin ku bi hezaran dar qut kirin û şewitandin. Di hatina mewsima berhevkirina zeytûnan re jî dest bi dizî û talankirina zeytûnan kirine.

Der barê mijarê de, jinên ji Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê di bin navê îslamê tev digere û xêr û bêra herêma Efrînê talan dikin.

Zeyneb Bîlan anî ziman ku Erdogan bi bihaneyên cuda cuda êrîşî Efrînê kir, komkujî li ser sivîlan pêk anîn û malbatên ji Xûtayê anîn û li şûna niştecihên Efrînê bi cih kirin. Ev yek li pêşberî raya giştî tê kirin lê raya gişt li hemberî van kiryaran bê deng e.

Zeyneb anî ziman ku Erdogan dest dirêjî xwezaya Efînê û darên zeytûnan dike û got darên zeytûnan ji bo şêniyên Efrînê pîroz in, ji ber ku jêdera sereke ya jiyana wan e.

Hemîda Mihemed jî diyar dike ku ew ji destpêka êrîşên li ser Efrînê ve neçar ma biçe bakurê Kurdistanê, piştî salekê jî vegeriya ye Efrînê. Hemîda dibêje kiryaraên leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî exlaqê baweriya îslamê ne û wiha tîne ziman: " Niha dewleta Tirk bi rêya dagirkeriyê zehtûnên Efrînê û hemû dewlemendiyên wê yên ser ax û bin ax talan dike û didize."

Hemîda Mihemed, bang li hemû misilmanan kir ku siyasetên dewleta Tirk aşkera bikin û lêpirsîn ji Erdogan bikin, ku bi navê îslamê dagirkeriyê li pêş dixe. 

Şadiya Golo, anî ziman ku rastiya dagirkeriya Tirkiyeyê ku bi navê îslamê tev digere roj bi roj derdikeve holê û wihagot: "Rastiya wê di dagirkeriya li ser Efrînê û xwarina keda şêniyan û rûxandina pîrozgehan de aşkera dibe."

ANHA