‘Ocalan ji aliyê dewletên kapîtalîst ve hate girtin’

Parêzer Selûmî El-Hisên dewleta Tirk wek gardiyan bi nav kir û wiha got: "Dewletên kapîtalîst rêber Ocalan li Tirkiyeyê digirin.”

‘Ocalan ji aliyê dewletên kapîtalîst ve hate girtin’
19 cotmeh, 2018   07:49

EHMED SEMÎR – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Parêzer Selûmî El-Hisên aliyên hiqûqî yên girêdayî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk ji zêdetirî 2 salan ve li Ocalan ferz kiriye, ji ajansa me re nirxand.

El-Hisên diyar kir ku Tirkiye tecrîdeke plankirî li ser Abdullah Ocalan dimeşîne û hemû qanûnên navdewletî yên taybet bi girtiyên siyasî derbas kirine û wiha got: "Li gorî naveroka delîlên Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, mafê her girtiyekî ye name bişîne û malbata xwe bibîne û mafê wî ye ku li nêzî malbatê be, her wiha divê li hemberî mafê wî, baweriya wî, rêgezên exlaqî rêz were girtin."

El-Hisên bal kişand ku bendên hatin bibîrxistin mafên giritiyan diparêze û wiha anî ziman: "Çi girtî be, siyasî be yan ne siyasî be, mafê wî hene, lê dewleta Tirk van mafan di ber çavan re derbas nake û bi ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan hemû belgeyên navdewletî binpê dike."

Selûmî El-Hisên, destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya tecrîdê Ocalan ji civakê qut bike û gelên azadîxwaz û demokrat parçe bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêber Ocalan li gel dewletên kapîtalîst ên cîhanî girtî ye, dewleta Tirk tenê rola gardiyaneyê dilîze, ji ber ku ev dewletên fikrên Ocalan yên demokarîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş wekî xetereyekê li ser sîstema xwe dibînin. Hikumeta Erdogan a terorîst rêzê ji qanûnên navdewletî yên mafên girtiyan re nagire. Ocalan girtiyekî siyasî ye, armanca tecrîda girankirî veşartina rewşa wî ya tenduristiyê ye. "

El-Hisên destnîşan kir ku Ocalan 60 sal derbas kiriye, li gorî qanûnên navdewletî, girtiyê temenê wî 60 sal be, serbest tê berdan, ev qanûn li hemû dewletan pêk tê, di heman demê de li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk jî tê pêkanîn, lê dewleta Tirk van bendan pêk nayne.

Parêzer Selûmî El-Hisên bang li rêxistinên mirovî, bi taybet Rêxistina Efûyê ya Navdewletî kir ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku destûr bidin parêzer û malbatan ku hevdîtinan bi Ocalan re bikin û rewşa jî ya tenduristiyê aşkera bike.

ANHA