Şêniyên Minbicê: Em nahêlin tu kes dest dirêjî ewlehiya bajarê me bike

Şêniyên bajarê Minbicê anî ziman ku ew gefên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser herêmê qebûl nakin û teqez kir ku dê herêma xwe biparêzin.

Şêniyên Minbicê: Em nahêlin tu kes dest dirêjî ewlehiya bajarê me bike
19 cotmeh, 2018   08:28

SELWA ABDULREHMAN – ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Şêniyên herêma Minbicê têkildarî gefên Erdogan ên li ser Minbicê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew di nav aramiyê de dijîn û dê heya dawiyê herêmê biparêzin.

Îbrahîm El-Setaf wiha got: "Erdogan, car caran gefan li bajarê me dixwe, çi ji me dixwaze? Em di nav aramî û ewlehiyê de ne. Erdogan dê bajarê Minbicê ji kê rizgar bike, dê ji şêniyên wê rizgar bike! Minbic bajarê Ebû Fîras El-Hemdanî û Umer Ebû Rîşe ye û ji aliyê şêniyên wê ve tê birêveberin. Em destwerdana Erdogan di karûbarên Minbicê de bi tu awayî qebûl nakin. "

El-Setaf teqez kir ku Minbic di bin parastina Meclisa Leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hindurîn de ye û endamên wan ji şêniyên herêmê bi xwe ne.

Jina bi navê Edûla Harûn ji aliyê xwe ve anî ziman ku piştî Minbic hate rizgarkirin Erdogan dest bi gefên xwe yên dagirkirina Minbicê kir û wiha pê de çû: " Erdogan newêrek e, dema ku çeteyên DAIŞ‘ê bajar dagir kir û şênî ser jê kirin û jinan bi keviran dikuştin Erdogan li kuderê bû, piştî ku bajarê me ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve rizgar bû, Erdogan tê gefan li me dixwe."

Edûla îşaret bi Çerxerêya Sefîna kir û got Çerxerêya Sefîna şahidê sûcên çeteyên DAIŞ‘ê, çeteyên ku desteka xwe ji Erdogan digirtin û bê sûc sivîl ser jê dikirin û li vê çerxerêyê dadiliqandin.

Mihemed El-Elî jî teqez kir ku Minbic ewle ye, hemû pêwîstî lê hene û wiha diyar kir: "Bajarê Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û şêniyên wê ve tê parastin û bi rêveberin. Em ji çeteyên Erdogan natirsin."

Şêniyan tekez kirin ku ew destûr nadin ku tu alî dest dirêjî ewlehiya Minbicê bike, bi taybetê komên çete yên girêdayî Tirkiyê.

ANHA