YPG: Leşkerekî artêşa Tirk û 2 çeteyên wê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku di encama çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê de, leşkerekî artêşa Tirk a dagirker û 2 çeteyên wê hatin kuştin.

YPG: Leşkerekî artêşa Tirk û 2 çeteyên wê hatin kuştin
19 cotmeh, 2018   06:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihandin ku di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

Navendê ragihandinê derbarê dateyên çalakiyên hatine lidarxistin ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

- 16’ê Cotmehê hêzên me li bejahiya navçeya Raco li dijî erebeyeke leşkerî ya ku hejmarek leşkerên artêşa Tirk a dagirker tê de bûn çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encamê de leşkerek Tirk hate kuştin û erebe hate teqandin.

- 17’ê Cotmehê yekîneyên me li navçeya Mabata ya Efrînê li dijî erebeyeke leşkerî ya çeteyên Silêman Şah çalakiyek din a sabotajê pêk anîn. Di encamê de ev erebe jî hate teqandin û 2 çete hatin kuştin.

(kc)