‘Idlib dê herêmeke tevlihev bimîne’

Siyasetmedarê Kurd Fethullah Hiso destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide berjewendiyên xwe li Sûriyeyê biparêze, lê bi ser neket û xwe xist krîzeke aborî. Hiso her wiha anî ziman ku Idlib ji ber nakokiyên Tirkiye û Rûsyayê dê tevlihev bimîne û çeteyên li wir dê pirsgirêkan mezin derxin.

‘Idlib dê herêmeke tevlihev bimîne’
19 cotmeh, 2018   07:14

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê yê der barê Idlibê de didomin, komên çete yên ku desteka xwe ji Tirkiyeyê werdigirin, bendên peymana Tirkiye û Rûsyayê bi cih naynin. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Fethullah Hiso girêdayî mijarê ji ajansa me re axivî û anî ziman ku gefên Tirkiyeyê û Rûsyayê ku dibêjin dê derbasî rojhilatê Firatê bibin, tenê daxuyanî ne, armanc jê ew e ku temenê aloziya Idlibê kûrtir bike.

Hiso, têkildarî tifaqa di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya avakirina herêmeke bêçek û derxistina koman û radestkirina herêmê ji bo rêjîma Sûriyeyê de wiha got: "Em hemû dizanin ku ev tifaq demkî ye, lewre Idlib nagihîje çareseriyê, ji ber ku  aloziya Idlibê çareser nabe, çeteyên li wir bi hesanî tifaqê qebûl nakin."

Fethullah Hiso, destnîşan kir ku Tirkiye bi van siyasetan hewl dide berjewendiyên xwe li Sûriyeyê biparêze, lê armancên wê bi ser neketin û derbasî krîzeke aborî bû. Hiso wiha got: "Ji ber nakokiyên Rûsya û Tirkiyeyê ku destekê dide komên çete, bendên tifaqê pêk nayên, dê rewşa Idlibê tevlihev bimîne  bibe. Heke tifaqê pêk bîne jî dê çeteyên li wir wekî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam dê pirsgirêkên mezin jê re derxin."

Hiso, her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi vê yekê hewl dide temenê aloziya Idlibê dirêj bike, ji ber ku bi çareserkirina Idlibê re aloziya Sûriyeyê çareser dibe, ev yek xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê nake.

Girêdayî daxuyaniyên dawîn ên Rûsya û dagirkeriya Tirkiyeyê yên girêdayî Minbicê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê wiha bi lêv kir: "Gef û daxuyaniyên ji aliyê Rûs û Tirkan ve tenê daxuyaniyên binketî ne û ji kesên ku nikarin siyasetên xwe li Sûriyeyê bigihînin, serî derdikevin."

Fethullah Hiso, teqez kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne tenê girêdayî Tirkiyê û Rûsya ye û wiha domand: "Gelek dewletên din jî destwerdanê di Sûriyeyê de dikin, lê herî zêde Tirkiye, Rûsya û Îran hewl didin hêza xwe li Sûriyeyê ferz bikin.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Fethullah Hiso di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Projeya neteweya demokratîk, xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê nake, ji ber vê yekê jî hewl dide vê projeyê têk bibe. Heke berjewendiyên Tirkiyeyê li herêmê hebin, yê me jî armanca me parastina berjewendiyên gelê me ye, projeya netewa demokratîk xizmeta hemû gelê Sûriyeyê dike, ji ber vê yekê Tirkiyê gefan li ser rojhilatê çemê Firatê dixwe, em jî wek hêzeke li ser erdê bi hemû rêbazên şer bikin û projeya xwe bi ser bixin."

ANHA