HPC'ê li Eyn Îsa dewreyeke nû da destpêkirin

Li Eyn Îsa bi beşdariya 105 endamên Hêzên Parastina Civakî  dewreyeke nû ya perwerdeyê dest pê kir.

HPC'ê li Eyn Îsa dewreyeke nû da destpêkirin
HPC'ê li Eyn Îsa dewreyeke nû da destpêkirin
HPC'ê li Eyn Îsa dewreyeke nû da destpêkirin
HPC'ê li Eyn Îsa dewreyeke nû da destpêkirin
18 cotmeh, 2018   10:11

GIRÊ SPÎ

Bi armanca asta amadekirinê û xurtkirina fizîkî ya endamên Hêzên Parastina Civakê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Girê Spî, dewreyeke perwerdeyê bi beşdarbûna 105 endaman, hate vekirin.   

Dewre dê 7 rojan dewam bike. Dê waneyên bîrdozî û leşkerî û waneyên sporê ji bo xurtkirina fizîkê werin dayîn. Her wiha dê şervanên QSD`ê perwerdeyê bidin endamên HPC`ê.

Endamê rêveberiya Hêzên Parastina Civakî li Eyn Îsa Mihemed Enwer wiha got: "Ji ber ku endamên HPC'ê ji şêniyanên navçeyê ne û danûstandinên wan bi gel re hene, divê perwerdeyên exlaqî û meslekî bibînin ku hemû pirsgirêkan çareser bikin."

Hêzên Parastina Civakî ya navçeya Eyn Îsa di 7'ê Sibata 2017'an hate avakirin. HPC parastina hemû komîte û rêveberiyên navçeyê dike û kampa Eyn Îsa diparêze.

(jo)

ANHA