De Mistûra wê di dawiya Mijdarê de îstîfa bike

Nûnerê navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê  Stîfan De Mistûra diyar kir ku ji ber sedemên malbatî wê di dawiya Mijdarê de ji erka xwe îstîfa bike.

De Mistûra wê di dawiya Mijdarê de îstîfa bike
18 cotmeh, 2018   10:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê  Stîfan De Mistûra duh ragihand ku ji ber sedemên malbatî wê  di dawiya Mijdarê de ji erka xwe îstîfa bike.

De Mistûra da zanîn ku tevî destkeftiyên serokê rêjîma Sûriyê  Beşar El-Esed lê hêjî çareseriya siyasî ya herî girîng e, ji ber ku destkeftiyên li ser erdê aştiya herdem bi xwe re nîne.

De Mistûra li ser pirsa ku eger ew di tunebûna pêkanîn çareseriyê de xemgîn e ji rojnameyan re wiha got: "Mehek dibe ku hêjayî sedsaleke siyasî be. ez her tim bi hêvî me."

Dîplomasiyan destnîşan kir ku dibe ku li şûna De Mistûra, nûnerê Netewên Yekbûyî yê Iraqê Yan Kopîs û Wezîrê Berê yê Cezaîrê Remezan El-Mihamre û nûnerê Netewên Yekbûyî yê Rojhilatê Navîn Nîkolayî Mîladînov û sefîrê Nerwêjê li Çînê Cîr Pêdirson bin.

De Mistûra ev çar sal in di erka xwe de ye. Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antoniyo Gotêrês jê xwest ku bi baldarî tevbigere û di van hefteyên xwe yên dawî de ji bo avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê  tevbigere.

De Mistûra da zanîn ku derengmayîna avakirina komîtey adestûrî ji ber berdewama pêşniyarkirina pirsan bû nesaxim ji aliyê hikûmeta Sûriyê  ve. Her wiha got wê di hefetya bê de serdana Şamê bike û hêvî dike ku erêkirina rêjîmê ya girêdayî lîsteya berfireh û hêjayî baweriyê, werbigire.

De Mistûra ji Konseya Ewlehiyê xwest ku îradeyeke siyasî peyda bikin û ti hincetên ku bihêle komîteya destûrî civîna xwe di Mijdarê de lidar nexe tune ne.

De Mistûra erka Sekretêrê Giştî yê berê yê Netewên Yekbûyî Kofî Anan û dîplomsîiyê Cezaîrî Exder El-Îbrahîmî girt ku ew herdu ji ber cemidandina der barê rêbazên bi dawîkirina şerê li Sûriyê  ji erka xwe derketin.