Meclisa Lihevanînê li gorî pîvanên edaleta civakî tev digere

Wekî komîteyeke lihevanînê ya biçûk a girêdayî Mala Gel dest bi kar kir, piştre mezin bû û niha gelek meclisên lihevanînê girêdayî wê ne. Meclisa Lihevanînê 5 salan gelek doz û pirsgirêkên civakê bi rêya lihevanîn û rêgeza edaleta civakê çareser kirin.

Meclisa Lihevanînê li gorî pîvanên edaleta civakî tev digere
Meclisa Lihevanînê li gorî pîvanên edaleta civakî tev digere
Meclisa Lihevanînê li gorî pîvanên edaleta civakî tev digere
Meclisa Lihevanînê li gorî pîvanên edaleta civakî tev digere
18 cotmeh, 2018   09:51

RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Şoreşa gelan a Bakurê Sûriyeyê di demeke kurt de gelek pêşketin di hemû aliyên jiyanê de bi dest xistin. Bi taybet di aliyê pêkanîna edaleta civakî de li şûna ceza û hesab ku ji aliyê dadgehên rêjîmê ve dihat bikaranîn. Ji xebatên herî zêde ku bi rêya wan pîvanên edaletê dihatin bikaranîn, komîte û meclisên lihevanîna civakî ne.

Meclisa Lihevanînê ya navçeya Girkê Legê ev zêdetirî 5 salan e ku hatiye avakirin. Gelek pêşketin di aliyê birêxistinkirina meclisê û çareserkirina bi sedan pirsgirêk û dozên civakî de bi dest xistine.

Komîteya Lihevanînê di dawiya sala 2012`an de wek komîteyeke biçûk a girêdayî Mala Gel dest bi kar kir. Di wê demê de hemû doz û pirsgirêkên civakî li navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û gundewarên wê çareser dikirin.

Kar û xebatên Komîteya Lihevanînê yên ku paşê veguherîn Meclisa Lihevanînê û Edelata Civakî çareserkirina pirsgirêk û dozên civakî li gorî rêgeza edaleta civakê û kevneşopên di nava civakê de çareser dike bêyî ku tu kes were cezakirin.

Rêveber û endamên Meclisa Lihevanînê dibêjin berê meclisê bi awayekî rojane doz û pirsgirêkên civakî yên li ser pirsgirêkên malbatî, nakokiyên li ser parvekirina mal û milk, her wiha dozên tolhildanê (xwîndariyê) û hindek dozên tundiyê pêşwazî dikirin.

Endamên meclisê tekez dikin ku ew li gorî nêrîna civakê û ne li gorî dadgeh û cezayan tev digerin. Di hemû pirsgirêkan de li her du aliyan tê guhdarkirin, paşê lêkolîn li ser dozê tê kirin û di dawiyê de pirsgirêk li gorî rizaya her du aliyên tê çareserkirin.

Bi hevkariya rûspiyên herêmê pirsgirêkên çend salan çareser kirin

Kar û xebatên wan ne tenê çareserkirina pirsgirêk û dozên civakî yên rojane ye, lê belê gelek nakokiyên li ser rakirina tolê û kuştinê çareser kirine.

Li gorî yek ji rêvberên Meclisa Lihevanînê ya Girkê Legê Salih Ehmed komîteyê heta niha nakokiyên çend salan di navbera çend malbatan de çareser kirine.

Rêveberên Meclisa Lihevanînê ya Girkê Legê destnîşan kir ku komîteyê di destpêkê de pirsgirêkên civakî li navçeya Girkê Legê, Çilaxa, Til Kober û gundewarên wê çareser dikirin. Bi armanca berfirehkirina xwe di aliyê rêxistinî de, komîte û meclisên xwe li hemû navçeyan ava kirin. Niha jî Komîteya Lihevanînê li Til Koçber, Çilaxa û Girkê Legê heye.  

25 jin û mêr ji pêkhateyên Kurd û Ereb di Meclisa Lihevanînê ya Girkê Legê de dixebitin. Dema ku tê xwestin alîkariyê ji rûspiyên eşîran dixwazin. Her wiha hemû endamên meclis û komîteyên lihevanînê derbasî dewreyên perwerdeyê dibin da ku xwe di aliyê lihevanînê de xurt bikin.

Rola jinan di nava Meclisa Lihevanînê de sereke ye

Komîteya Lihevanînê ji jin û mêran pêk tê. Bi hev re dozan çareser dikin. Gelek dozên girêdayî jinan ji aliyê endamên jin ên meclisê ve hatine çareserkirin.

Ji rêveberên Meclisa Lihevanînê Sûmeya Bedro got rola jinan di Komîteya Lihevanînê de sereke ye. Sûmeya tekez kir ku dozên taybet ên jinan bi hevkariya Mala Jinan têne çareserkirin.

(bx)

ANHA