Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Amerîka diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hêjî ber bi Sûriye û Iraqê ve tên û mehane nêzî 100 DAIŞ'î bi riya Tirkiyeyê derbas dibin. De Mistûra dixwaze îstîfa bike ji ber ku nikare pêşketinekê di danûstandinên Sûriyeyê de pêk bîne.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
18 cotmeh, 2018   08:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa komîteya destûrî û berdewama hatina çeteyên DAIŞ'ê ber bi Sûriye û Iraqê ve di riya Tirkiyeyê re. Rojnameyan bal kişandin ser mijarên avakirina hikûmeta Iraqê û rewşa Yemenê û êrîşên Îsraîlê li dijî herêma Xezayê.

El-Ereb: Xemsariya di avakirina komîteya destûrê de hişt ku De Mistûra zû derbikeve

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyên îro hatine çapkirin behsa mijara avakirina komîteya destûrî kirin. Rojnameya El-Ereb diyar kir ku şandeyê navnetewî yê taybet ji bo Sûriyeyê Stîfan De Mistûra Konseya Ewlehiya Navnetewî agahdar kir ku ew dixwaze ji paya xwe îstîfa bike. Hin nûçe derketin ku dibe li şûna wî Wezîrê Karên Derve yê Cezaîrê yê berê Remezan El-Emamîra were erkdarkirin.

De Mistûra helwesta xwe li pêşiya endamên Konseya Ewlehiyê di civîneke der barê aloziya Sûriyeyê de eşkere kir. De Mistûra da zanîn ku daxwaza wî ya îstîfayê ji ber ku nikare pêşketinekê di aloziya Sûriyeyê de pêk bîne û heta komîteya destûrî ku lihevkirinek der barê wê de pêk hatiye nikare ava bike.

Şerq El-Ewsat: Pûtîn; Komîteya Destûrî û jinûve avakirin niha du armancên sereke di Sûriyeyê de ne

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa daxuyaniya serokê Rûsya dema hevdîtina wî bi hevpîşeyê xwe yê Misrê derbarê Sûriyeyê de kir û da zanîn ku serok Pûtîn du armanc dane pêşiya xwe û gotiye ku niha ev peywira sereke di Sûriyeyê de ye û Mosk li rex şîrketên xwe hewl didin rêbazên kar li ser erdê diyar bikin.

Pûtîn di civîneke çapemeniyê de li rex hevpîşeyê xwe yê Misrê Ebid El-Fetah El-Sîsî pesna gavên ku di Sûriyeyê de pêk hatine da û got ku ew bi aliyê Misrê re berfireh derbarê rewşa li Sûriyeyê lihev kirine. Pûtîn da zanîn ku di vê qonaxa niha de peywira sereke di Sûriyeyê de avakirina komîteya destûrê û destpêkirina çalakiyên jinûve avakirinê ye.

Pûtîn behsa rewşa dawî ya Idlibê jî kir û destnîşan kir ku herdu aliyan ev dosye bi baldarî gotûbêjkirine û da zanîn ku metirsiyeke ciddî ya belavbûna radîkalan li dewletên derdorê derdikeve. Her wiha aliyê Misrê bi lêhûrbûnên hevpeymana wê bi Tirkiyeyê re vegotiye.

El-Heyat: Waşinton giliya qeydên siyasî û qanûnî dike ku li pêşiya vegera leşkerên biyanî ya welatên xwe bûye asteng

Rojnameya El-Heyat behsa daxuyaniya Amerîka ya der barê berdewama hatina çeteyên DAIŞ'ê di riya Tirkiyeyê re ber bi Sûriye û Iraqê ve kir. Rojnameyê diyar kir ku serokê artêşa Amerîka general Co Danford gotiye ku hatina leşkerên biyanî ber bi Sûriyeyê ve da ku beşdarî nava refên DAIŞ'ê bibin hêjî didome, tevî ku çarçoveya serweriya wê heta asteke mezin teng bûye.

Her wiha diyar kir ku mehane bi qasî 100 DAIŞ'î bi riya Tirkiyeyê derbasî Sûriye û Iraqê dibin. Danford destnîşan kir ku hêjî 700 DAIŞ'î li ba QSD'ê girtî ne û ji hemwelatiyên 40 dewletan in.

Danford got ku ji bo evan leşker ji welatên wan re bêne vegerandin ji ber rewşên siyasî û qanûnî dadgehkirina wan hate derengxistin. Weke mînak Birêtaniya qebûl nekir ku du hemwelatiyên xwe ku di nava DAIŞ'ê de bûn werbigire. Londonê ev herdu kes ji nasnameya xwe derxistin û got ku ew naxwaze van herdu kesan werbigire.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê  rojnameya El-Ereb behsa xebat û çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta nû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Adil Ebid El-Muhdî mafê partiyan a pêşniyarkirina wezîran qebûl nekir".

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa xebatên Adil Ebid El-Muhdî ya avakirina hikûmeta nû û pêşkêşkirina bernameya wê ji parlemanê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hikûmeta Iraqê hefteya bê ava dibe".

Filistîn

Girêdayî karûbarên Filistînê jî rojnameya El-Heyat behsa êrîşên Îsraîlê li dijî herêmên Xeza û şermezarkirina Tevgera Hemas kir û maşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas êrîşên Îsraîlê bi fûzeyan şermezar kir".

Amerîka

Girêdayî mijarên Amerîka rojnameya Ukaz behsa hilbijartinên bê yên serokatiya Amerîka kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump gumanan têk dibe; Ez ê careke din navê xwe pêşniyar bikim û ti kes nikare pêşbirkiya min bike".

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê jî rojnameya El-Heyat behsa çalakiyên artêşa Yemenê li bajarê Tehizê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Li rojavayê Tehizê di navbera artêşê û Hosiyan de şerekî giran".