Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê, asta ava gola Firatê kêm bûye

Endezyar Mihemed Şêxo tekez kir ku asta ava gola Firatê bi qasî zêdetirî 4 metreyan kêm bûye. Di encamê de dergehên bendavê hatin girtin û saetên bikaranîna kehrebeyê kêm bûn.

Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê, asta ava gola Firatê kêm bûye
Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê, asta ava gola Firatê kêm bûye
Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê, asta ava gola Firatê kêm bûye
Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê, asta ava gola Firatê kêm bûye
Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê, asta ava gola Firatê kêm bûye
18 cotmeh, 2018   07:24

AYŞA MIDEWER / TEBQA

Dewleta Tirk siyastên xwe yên qirêjî li dijî gelên herêmê zêde dike. Piştî ku Tirkiyeyê ava çemê Firatê kêm kir, ava gola bendana Firatê bi qasî 4 metreyan kêm bûye. Di hevrûkirina miqdara avê de ku ji bo derxistina kehrebeyê pêwîst e, rêjeya kêmbûna avê pir mezin e.

Ji ber wê rêveberiya bendavê dergehên wê girtin û saetên bikaranîna kehrebeyê heta 10 saetan kêm bû.

Têkildarî mijarê di hevpeyvîneke li gel ajansa me de endamê rêveber ê Bendava Firatê Mihemed Şêxo destnîşan kir ku kêmbûna asta ava gola Firatê bandoreke neyînî li xebitandina turbînan û hilmijan dike.

Li gorî lihevkirinên dewletên ku çemê Firatê tê re derbas dibe (Sûriye, Iraq û Tirkiye) divê Tirkiye di her xuleyekê de 500 metrekabik av berde. Lê Tirkiye peymanê binpê dike û kêmtirî 200 metrekabik av berdide. Ev miqdar têrê nake ku çem bigihîje avgeha wî li Iraqê.

Her wiha Mihemed Şêxo bal kişand pirsgirêka hilmbûna avê di havînê de û diyar kir ku ev sedema duyemîn a kêmbûna asta avê ye.

Ji bo çareserkirina pirgirêkê û rê li ber rawestandina bendavê bê girtin, rêveberiya bendavê rêzegirtek girtin. Jê rawestandina turbînên ku kehrebeyê derdixin û saetên bikaranîna kehrebeyê kêm kirin.

Di dawiyê de Mihemed Şêxo bang li hemû dewlet û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku miqdara lihevkirî berde. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi siyasetên xwe şerê qûta welatiyên Sûriyeyê dike.

(şx)

ANHA