‘Gefxwarinên Erdogan li dijî Minbicê nameyên siyasî ji bo Amarîkayê ne’

Siyasetmedar Sûrî Mihemed Hiwêdî der barê gefxwarinên Erdogan ên li ser bajarê Minbicê got:”Gefên wî nameyên siyasî ji bo Amarîkayê ne.”

‘Gefxwarinên Erdogan li dijî Minbicê nameyên siyasî ji bo Amarîkayê ne’
18 cotmeh, 2018   08:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Sûrî Mihemd Hiwêdî der barê bûyrên ku li Idlibê çêdibin, armancên dewleta Tirk a dagirker li herêmê û gefên Erdoganê li dijî Minbicê ji ajansa me ANHA`yê re, axivî.

Hiwêdî diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk bi rêya destekdayîna komên teror ên wekî DAIŞ û hevalbendên wê, dixwaze axa Sûriyê parçe bike.

Hiwêdî destnîşan kir ku dewleta Tirk li beramberî tinekirina projeyekî siyasî demokratîk li Sûriyê xwe radestî Rûsya kir. Hiwêdî got:"Dewleta Tirk  hewl dide careke din Idlibê bixe bin serweriya rêjîma Sûriyê, di heman demê de xwe ji gurupên çekdar ên xilas bike.”

Her wiha der barê pêkanîna benda duyemîn a lihevkirina di navbera dewleta Tirk û Rûsya de ku hemû çete û di nav de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ji Idlibê werin derxistin,  Hiwêdî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew e projeya demokratîk têk bibe, lewra wê terorîstan ji Idlibê derbasî Efrînê bike.

Hiwêdî di berdewamiya axaftina xwe de got:”Gelek pirsgirêkên mezin rastî Tirkiyê tên, gurupên çekdar ên xizmeta dewleta Tirk dikirin, wê tolê ji dewleta Tirk rabikin. Lewra dibe ku di hundirê Tirkiyê de operasyon çêbibin, ji ber vê yekê dewleta Tirk ji wan ditirse û bi hevkariya Îran û rêjîmê hewl dide wan tine bike.”

Siyasetmedar Mihemed Hiwêdî der barê gefên Erdogan ên li ser bajarê Minbicê got:”Gefên wî nameyên siyasî ji bo Amarîkayê ne, Erdogan piştî berdana Qesê Amerîk daxuyanî da, ew texmîn dike ku bi serbestberdana qes wê karibe herêm û bajarên ku bi saya xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, dagir bike.”

Siyasetemdarê Sûrî Mihemed Hiwêdî diyar kir ku dewleta Tirk nikare êrîşî herêmên rizgarkirî bike, sînaryoya Efrînê wê neyê dûbarekirin û wiha dewam kir:” Rewş hatiye guhertin gelê Efrînê amade ne bi canê xwe li hember dagirkiyê bisekinin, li wê derê gelek amadekariyên sivîl, leşkerî û civakî li dijî dagirkeran têne kirin. Kesê ku karibe çeteyên DAIŞ`ê têk bibe helbet wê karibe dagirkeriya dewleta Tirk jî têk bibe.”

(bx)

ANHA