ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.10.2018
18 cotmeh, 2018   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên HPG`ê li dijî artêşa dagirker dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Kongreya Star ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan meşeke navendî li bajarê Til Temirê yê girêdayî kantona Hesekê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-PYD`ê bi armanca agahdarkirina gel ji rewşa dawî ya li herêmê, civînekê li malbatên şehîdan li Til Hemîsê re lidar dixe. Saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komeleya Tirêj a Astengdaran bi kordîneya bi navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li bajarê Kobanê şahiyekê ji astengdaran re lidar dixe. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şervanên QSD`ê teqez kirin ku ew di Akademiya Şehîd Feyad El-Şibilî fêrî çawa ku mayînan vebikin bûn, da ku sivîlan ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo diyar kirin ku Ocalan girava Îmralî kire dibistaneke ku rêya azadiyê nîşanî gelên bindest da û teqez kirin ku Ocalan bi fikrên xwe siyasyetên dewletên komploger vala derxist. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de ya li hemberî faşîzmaya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  gelek destanên lehengiyê bi tîpên zêrîn hatin rêsandin. Berxwedaniya şervanên YPG, YPJ û Cebhet El-Ekrad jî ya li gundê Basilê yê navçeya Şêrawayî yek ji van destanan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Ji rêveberên MSD`ê Hesen Mihemed diyar kir ku bajarê Reqayê piştî salekê ji rizgarkirinê, ber bi destnîşankirina çarenûsa xwe û xwebirêvebirinê ve diçe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Siyasetmedar Mihemed Hiwêdî diyar kir ku armanca dewleta Tirk parçebûna axa Sûriyê ye û wê Idlibê radestî rejîma Sûriyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin û teqez kirin ku ew ê li gorî baweriya ku Ocalan daye jinê bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşa tenduristî li kantona Şehbayê roj bi roj xerab dibe, ev yek jî xeterî li ser jiyana sivîlên Efrînê yên ku neçar man ji ber hovîtiya dagirkeran dev ji malên xwe berdin, zêde dike. Rewşa dayîka çar zarokan ku wê çavê xwe winda bike, yek ji mînakên rewşa sivîlên Efrînê li Şehbayê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Endizyar Mihemed Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye, lewra av di gola Firatê de kêm bû ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Wekî komîtyeke lihevanînê biçûk a girêdayî Mala Gel dest bi kar kir, piştre mezin bû û niha gelek meclisên lihevanînê girêdayî wê ne. 5 salan gelek doz û pirsgirêkên civakê  bi rêya lihevanîn û rêgeza edaleta civakê çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çeteyên DAIŞ`ê dema bajarê Reqa û gundewarên wê dagir kir, dixwest çanda jiyana hevbeş a gelan ji hev bixe. Nexasim dest bi koçberkirina gelê Kurd, Ermen û Çerkes ji Reqayê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA