HPG: 6 leşker hatin kuştin, du kontrayên din hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê di çalakiya gerîla de herî kêm 6 leşkerên Tirk hatine kuştin. Her wiha navendê ragihandin ku du kontrayên din hatin cezakirin.

HPG: 6 leşker hatin kuştin, du kontrayên din hatin cezakirin
17 cotmeh, 2018   13:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku 16'ê Cotmehê li herêma Geverê çalakiyeke xurt li dijî çeperên leşkerên Tirk hatiye kirin û li ser mijarê ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 16'ê Cotmehê saet 17:15'an li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Elîşêr çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de derb li sê kozikên dijmin hatin xistin û her sê kozik hatin rûxandin. 6 leşkerên dijmin hatin kuştin."

HPG: Du kontrayên din hatin cezakirin

Ji aliyek din ve jî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku  2 kontrayên ku sala 2017'an cihê komek gerîla ji rejîma Tirk re eşkere kirin, hatine cezakirin.

Daxuyanî wiha ye:

"4'ê Tîrmehê hêzên me 2 kontrayên bi navê Remzî Guler û Mahmût Guler ceza kirin. Di daxuyaniya me ya 4'ê Mijdara 2017'an de me diyar kiribû ku di 27'ê Cotmeha 2017'an de li qada Lêxosor a Licê ya Amedê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerek çêbûye.

Di vî şerî de hevalê me Ferhat Kûrtay (Adnan Ûral) piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûbû. Piştî şehadeta hevalê me, hêzên me dest bi lêkolîneke berfireh kirin û gihiştin wê encamê ku kontrayên bi navê Remzî Guler û Mahmût Guler cihê hêzên me ji artêşa Tirk a dagirker re ragihandine û ev kes ji bo tasfiyekirina yekîneya me ya gerîlayan tevî dijmin tevgeriyane.

Herdu kontrayên ku ji aliyê hêzên me ve hatine girtin; piştî lêpirsîneke sûcên xwe qebûl kirine. Van kesan li xwe mikur hatin ku, wan cihên gerîlayan ji dijmin re ragihandine, li ser navê cotkariyê çûne qadên gerîlayan û agahî dane dijmin. Em bang li gelê xwe dikin ku li ber lîstikên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker rabe."

(kc)