QSD`ê dewreyên sekvaniyê û rakirina mayinan bi dawî kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk li Akademiya Şehîd Sariya Ronahî û Akademiya Şehîd Fiyad El-Şiblî dewreya çaremîn a sekvaniyê û rakirina mayinan bi dawî kir.

QSD`ê dewreyên sekvaniyê û rakirina mayinan bi dawî kirin
QSD`ê dewreyên sekvaniyê û rakirina mayinan bi dawî kirin
QSD`ê dewreyên sekvaniyê û rakirina mayinan bi dawî kirin
QSD`ê dewreyên sekvaniyê û rakirina mayinan bi dawî kirin
QSD`ê dewreyên sekvaniyê û rakirina mayinan bi dawî kirin
17 cotmeh, 2018   12:59

GIRÊ SPÎ

Li Akademiya Şehîd Sariya Ronahî dewreya bi navê Dewreya Şehîd Hozan Dirbêsiyê ya sekvaniyê û li Akademiya Şehîd Fiyad El-Şibilî dewreya perwerdeyê ya bi navê Dewreya Şehîd Mezlûm Qamişlo ya rakirina mayinan bi tevlêbûna bi dehan şervanên ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê bi dawî bûn. Di her du dewreyan de waneyên leşkerî û birdozî hatin dayîn.

Di merasîma bidawîkirina her du dewreyan de bi dehan fermandarên QSD û şervanên YPJ`ê amade bûn. Di merasîmê de ji fermandarên QSD`ê Ehmed Sultan Ebû El-Erac axivî û bidawîkirina perwerdeyê li şervanan pîroz kir û bal kişand ser girîngiya rakirina mayinan ji bo parastina sivîlan.

Di dawiya merasîmê de şervanan sûnda leşkerî xwar.

(kc)

ANHA