‘Em ê ji bo belavkirina zanebûnê di nava civakê de, têkoşînê bilind bikin‘

Kongreya Star, Koordînasyona Jinan di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de û Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li hemberî jinan banga hesabxwestinê ji kujerên jinan kir û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo belavkirina zanebûnê di nava civakê de da.

‘Em ê ji bo belavkirina zanebûnê di nava civakê de, têkoşînê bilind bikin‘
17 cotmeh, 2018   13:04

QAMIŞLO

Di meha dawîn de qetilkirina jinan li herêm û bajarên Bakurê Sûriyeyê zêde bû. Di vê çarçoveyê de Kongreya Star, Koordînasyona Jinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê banga hesabxwestinê ji kujerên jinan kir.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Rêxistina Sara Mûna Abdulselam ve li pêşiya navenda Kongreya Star a bajarê Qamişlo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava çend salan de jin dibûn qurbaniyên zîhniyeta desthilatdar ku li ser hemû civakan dihat ferzkirin û heta niha jî ev yek heye. Her wiha hat diyarkirin ku jin di nava civakê de ketibûn asta duyemîn, her tim pêwîst e xizmeta zilamekî bike û bi saxî dihat definkirin û ji jiyanê mehrûm dima.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew wek tevgerên jinan baweriya wan bi azadiya jinan heye, zîhniyeta desthilatdar ku hêza xwe di qetilkirina jinan û binpêkirina nasnameya wê de dibîne, şermezar kirin.

Her wiha hate gotin di sala 2014`an de qanûna taybet bi jinan hate derxistin û yek ji bendên ku tê de hate gotin ew e ku hesab ji kesên ku jinan qetil dikin were xwestin.

Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevî wê jî lê qetilkirina jinan di meha derbasbûyî de zêde bû û 4 jin li cih û deverên cuda hatin qetilkirin. Jinan tekez kir ku ew wek tevgereke jinan zîhniyeta desthilatdar, tundiya li dijî jinan û û qetilkirina jinan bi çi awayî qebûl nakin.

Jinan di dawiya daxuyaniya xwe de soza bilindkirina asta têkoşînê da û got ew ê heta dawiyê ji bo belavkirina zanebûnê di nava hemû civakê de, ji bo rakirina zilm û zorê ji ser jinan bixebitin.

(bx)

ANHA