Berhevkirina zeytûnan li gundên Şêrawa dest pê kir

Şêniyên gundên navçeya Şêrawa dest bi çinîna berhema zeytûnan kir. Ji aliyekî din ve jî artêşa  Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin gelek cotkar nêzî zeviyên xwe bibin.

Berhevkirina zeytûnan li gundên Şêrawa dest pê kir
Berhevkirina zeytûnan li gundên Şêrawa dest pê kir
17 cotmeh, 2018   12:58

TOLÎN HESEN – ARIF SILÊMAN / EFRÎN

Piştî ku artêşa dagirker a Tirk kantona Efrînê dagir kir, şênî neçar man ku berê xwe bidin kantona Şehbayê. Ev mewsîma yekemîn e ku şênî nikarin zeytûnan rakin û berhemên wan ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve tên talankirin.

Gundên navçeya Şêrawa ku artêşa Tirk a dagirker nikaribû dagir bikira; Masê, Zirniêt, Biric Qas, Kilûtê, Gundê Mezin û Başmirê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine dorpêçkirin.

Gundên Birc Qas, Kilûtê, Gundê Mezin û Başmirê li ser sînorê gundên ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kirine, ji ber vê yekê şênî nikarin berhemên xwe biçînin, şênî zeytûnan ji darên gundên din jê dikin. Gelek şênî neçar man ku di zeviyên cotkaran de kar bikin da ku debara xwe bikin.

Beriya ku artêşa dagirker Efrînê dagir bike, cotkarên Efrînê bi rêka meserên li kantona Efrînê ji zeytûnan zeyt derdixist û li kantonê zêdetirî 400 mesereyên zeytûnan hene.

Şêniya bi navê Fatime Elî ya ji navçeya Şêrawa diyar kir ku ew nekarî biçe nava zeviyên xwe, ji ber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê wan dikin hedef.

(jo)

ANHA