Li Efrînê hovîtiya dagirkeran didome

Li Efrînê sivîlek ji aliyê dagirkeran ve ji ber dikana xwe hate revandin û beramberî berdana wî pere ji malbata wî hate xwestin. Her wiha malbatên çeteyan berhemên zeytûnê yên şêniyên Efrînê didizin.

Li Efrînê hovîtiya dagirkeran didome
Li Efrînê hovîtiya dagirkeran didome
Li Efrînê hovîtiya dagirkeran didome
17 cotmeh, 2018   09:34

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hovîtî û bipêkirina mafên mirovan û xwezayê li Efrînê didomînin. Her wiha kiryarên qirkinê li ser gelê Efrînê pêk tînin.

Li gorî çavkaniyekî ji Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk şêniyê bi navê Reşîd Ebdû Seîd ji ber dikana wî ya li gundê Bedîna yê navçeya Mabata revand.

Çavkanî teqez kir ku piştî 4 rojan ji revandina wî û îşkencekirina wî, çete bi malbata wî re axivîn û li beramberî berdana wî 20 hezar dolar xwestin. Çavkanî destnîşan kir ku rewşa madî ya sivîlê hatiye revandin ne baş e û pereyên ku ji wan hatine xwestin li gel wan tune ne.

Malbatên çeteyan berhemên zeytûnan didizin

Li Efrînê çete mal û milkên şêniyên Efrînê di nava hev de parve dikin û bi awayekî eşkere malên wan talan dikin.

Di vê çarçoveyê de çavkanî diyar kir ku malbatên çeteyan ên ji Xûta û Idlibê hatine, berhemên zeytûnên şêniyên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê didizin. Her wiha çete berhemên zeytûnan ji gundê Çeqmaqa mezin û Meydan Ekbes ên navçeya Raco jî didizin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku kantona Efrînê dagir kirine bi sedan sivîl revandine, her wiha çarenûsa bi sedan ne diyar e.

(bx)

ANHA