Mazot li şêniyên Minbicê tê belavkirin

Komîteya Sotemeniyê 41 hezar û 884 lître mazot li şêniyên bajarê Minbicê belav kir û xebatên belavkirinê hê jî berdewam in.

Mazot li şêniyên Minbicê tê belavkirin
Mazot li şêniyên Minbicê tê belavkirin
Mazot li şêniyên Minbicê tê belavkirin
Mazot li şêniyên Minbicê tê belavkirin
Mazot li şêniyên Minbicê tê belavkirin
17 cotmeh, 2018   09:14

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê bi hatina zivistanê re mazot li şêniyên bajêr ji 1`ê Îlonê ve belav dike. Xebatên belavkirinê bi rêya kartên ku berê li şêniyan hatine belavkirin, pêk tê.

Li gorî kartan, para her malbatekî 200 lître mazot bi buhayê 11 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Heta niha komîteyê 41 hezar û 884 lître mazot ji eslê 8 milyon û 176 hezar û 869 lître mazot ku wergirtibû, belav kiriye. Komîte mazotê li şêniyên taxên bajarê Minbicê û gundewarên girêdayî wê belav dike û tê payîn ku xebatên belavkirinê di nav bajêr de wê 20 rojan  bi dawî bibin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê Mihemed El-Hesûn diyar kir ku mazot li 107 hezar malbatan, jê 65 hezar malbat li gund û gundewaran û 42 hezar malbat li bajêr hatiye belavkirin.

Her wiha Mihemed El-Hesûn destnîşan kir ku komîte mazotê li koçberên  ku li bajêr û gundewaran bi cih bûne jî belav dike. Di dawiyê de endamê rêveber ê Komîteya Sotemeniyê Mihemed El-Hesûn diyar kir ku komîte ked dide da ku mazot bigihîje hemû şêniyan.

(şx)

ANHA