Kargehên herêma Firatê ji bo pêşwazîkirina zeytûnê amade ne

Xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan ên herêma Firatê ragihand ku ew amade ne hilberîna zeytûnê pêşwazî bikin.

Kargehên herêma Firatê ji bo pêşwazîkirina zeytûnê amade ne
Kargehên herêma Firatê ji bo pêşwazîkirina zeytûnê amade ne
Kargehên herêma Firatê ji bo pêşwazîkirina zeytûnê amade ne
Kargehên herêma Firatê ji bo pêşwazîkirina zeytûnê amade ne
17 cotmeh, 2018   08:23

DICLE EHMED / KOBANÊ

Bi hatina mewsima berhevkirina hilberîna zeytûnê ya îsal re, xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan ên kantona Kobanê ya herêma Firatê ragihand ku ew amade ne hilberîna îsal pêşwazî bikin.

Li kantona Kobanê 3 kargehên guvaştina zeytûnan hene. Yek li gundê Ziravkê başûrê Kobanê, a din li gundê Korbînkar başûrê rojhilatê bajêr û ya sêyem li navçeya Sirînê ye.

Xwediyê kargeha guvaştina zeytûnan a gundê Ziravkê Xalid Heydo diyar kir ku mewsima zeytûnê ya îsal baş e.

 Di mewsima îsal de 2 kargehên guvaştina zeytûnê li Kobanê hatin avakirin, Kobînkar û kargeha Sirînê. Her du kargeh bi destpêkirina hilberînê dê dest bi kar bikin. Li seranserî herêma Firatê tenê 3 kargehên guvaştina zeytûnê hene û ew jî li Kobanê ne. Ji ber ku gelek darên zeytûnê lê hatine çandin.

Xwediyê kargeha guvaştina zeytûnê ya gundê Ziravkê Xalid destnîşan kir ku ew amade ye hilberînê pêşwazî bike. Her wiha diyar kir ku buhaya guvaştinê mîna sala borî ye, yanî ji her kîloyek zêt re 15 lîreyên Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve xwediyê kargeha Korbînkar û kargeha Silêman ê Minbicê Mistefa Silêman wiha got: "Me li Minbicê ji beriya 12 salan ve kargeha Silêman a guvaştina zeytûnê ava kiriye û ew niha hilberînê pêşwazî dike. Li ser daxwazên cotkarên kantona Kobanê me kargeheke nû li Kobanê vekir."

Silêman wiha domand: "Ji bo bicihanîna hewcedariyên cotkaran û da ku hilberînê veneguhêzin Minbicê, me kargeh bi alavên nû amade kir û dê li ser du xetan bixebite." Her wiha Silêman diyar kir ku ji bo ceribandinê ew kargeh xebitandine û niha ew amade ne hilberînê pêşwazî bikin.

Tê payîn ku xwediyên zeviyên zeytûnê yên Kobanê di destpêka meha Mijdarê de dest bi berhevkirina berhemê bikin. Şêniyên Kobanê debara xwe bi çandiniyê peyda dikin. Bi hezaran darên zeytûnê li Kobanê hatine çandin. Ji bilî darên zeytûnan, li Kobanê darên fistiqên helebî jî tên çandin.

(şx)

ANHA