Bajarokê Çilaxa nas bike

Bajarokê Çilaxa di dirêjahiya avakirinê de û di dema desthilatdariya axayan de gelekî tevlihev têde çêbûn. Her wiha bû qurbana Kembera Erebî û di encamê de ji bajarokekî kurdî veguherî bajarokekî ku hema hema ji avakarên xwe yên resen vala bûye.

Bajarokê Çilaxa nas bike
Bajarokê Çilaxa nas bike
Bajarokê Çilaxa nas bike
Bajarokê Çilaxa nas bike
Bajarokê Çilaxa nas bike
Bajarokê Çilaxa nas bike
17 cotmeh, 2018   08:15

SEYDO ÎBO - KELSÛME ELÎ / QAMIŞLO

Bajarokê Çilaxa (Ciwadiyê) 50 km li rohilatê bajarê Qamişlo ye û bi awayekî îdarî girêdayî herêma Dêrikê ye. Çilaxa dikeve navîna bajarokê Rimêlan li aliyê rojhilat û navçeya Tirbespiyê li aliyê rojava û Bakurê Kurdistanê ji aliyê bakur ve.

Li gorî serjimariya sala 2004`an li bajarok 40 hezar û 535 kes dijîn û 60 gund girêdayî bajarok in.

Erdnîgariya bajarok deşt e û her wiha gelek gelî lê hene. Her wiha di nav bajarok re çemê Girê Dêra diherikî û di sala 1978`an de bendavek lê hate avakirin. Çemê Girê Dêra ji deştên Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê diherike. Lê niha ji ber ku dewleta Tirk a dagirker rêya çem veguhastiye, çem miçiqiye.

Li bajarok û gundên girêdayî wê 74 dibistan hene. Jê 46 dibistanên seretayî, 22 navîn û 6 yên amadehiyê ne. Di van dibistanan de 8 hezar û 742 xwendekar dixwînin.

Dîroka bajarok

Têkildarî vê mijarê apê Elî Ebdullah ê 63 salî diyar kir ku dîroka avakirina bajarok vedigere beriya sala 1920`an, dema hilweşîna dagirkeriya  Osmaniyan li herêmê û destpêkirina şoreşên Kurdan li dijî Osmaniyan.

Apê Elî wiha domand:"Destpêkê bajarok du gundên cuda bûn. Dema ku malbatên Kurd û yên iqtaî (axa) ji Bakurê Kurdistanê reviyan û li herêmê bi cih bûn, her du gund veguhezîn bajarok."

Apê Elî destnîşan kir ku yekemîn malbatên ku li bajarok jiyane ev in: Xelîl Hesem, Xelîl Hesen, Mehmûd Hecî Salih, Hisên Elî Ferso, Ebdullah Kurdî û ew jî ji êlên Şêxalka, Şîxan, Dorgî, Zerarî, Omerka, Qolek û Harûna. Her wiha malbatek ji êla El-Şimer bi navê Asî Deham di serdema  Fransiyan sala 1920'an de hate bajarok.

Berê 385 malbatên Kurd li bajarok dijîn. Lê hejmara wan hêdî hêdî di encama siyaseta erebkirinê di salên 70'ê de kêm bûn û niha tenê 48 malbatên Kurd lê dijîn. Niştecihên din ji pêkhateya Ereb in ji êlên El-Şimer, Şerabî, Cewale û Zubeyde ne.

Navê bajarok

Li gorî çîrokên gelêrî, 40 axa di dirêjahiya avakirinê wê de hikum kirine, navê bajarokê ji wê derê hatiye. Di wan deman de bajarok gelekî tevlihev bibû. Derfetên kar û hawîrdorek çandiniyê peyda nedibû.

Têkiliyên civakî

Tevî ku bajarok rastî siyaseta erebkirinê yan jî projeya Kembera Erebî bi rêveberiya Mihemed Talib Hîlal pêk hatiye, lê tu nakokî di navbera malbatên Ereb û Kurd de derneketin.

Têkildarî vê mijarê apê Xelîl Keçel got: "Rêjîma Baas hewl da nakokî di navbera pêkhateyên bajarokê de derxin, lê hemû têk çûn."

Jêderên debara şêniyan

Beriya pêkanîna projeya Kembera Erebî, li gel şêniyên bajarokê hezar û 500 hiktar zevî hebûn. Lê piştî bicihanîna Kembera Erebî ev miqdar daket 50 hiktar ji bo 12 malbatên Kurd û yên mayî yên pêkhateya Ereb ên ku di sala 1965'an de li bajarokê bi cih bûne.

Şêniyên bajarok debara xwe yên rojane ji çandiniyê peyda dikin. Şênî tevî xwedîkirina sewalan zeviyan bi berhemên pembo û dexl diçînin. Her wiha gelek ji wan di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û beşa pîşeyî karmend in.

(şx)

ANHA