Rêveberiya Xweser ji bo parastina axê kargeha semadê xwezayî vekir

Cara yekem e ku li Suriyê kargeha semada xwezayî li herêma Cizîrê ya Rojava hat vekirin. Rêveberê kargehê Ferhad Simêla diyar kir ku armanca wan ew e gel dest ji bikaranîna semada kimyewî berde, ji ber ku zirarê dide erdê û feydeya wê tenê mewsîmek e.

Rêveberiya Xweser ji bo parastina axê kargeha semadê xwezayî vekir
Rêveberiya Xweser ji bo parastina axê kargeha semadê xwezayî vekir
Rêveberiya Xweser ji bo parastina axê kargeha semadê xwezayî vekir
Rêveberiya Xweser ji bo parastina axê kargeha semadê xwezayî vekir
Rêveberiya Xweser ji bo parastina axê kargeha semadê xwezayî vekir
Rêveberiya Xweser ji bo parastina axê kargeha semadê xwezayî vekir
17 cotmeh, 2018   05:13

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ 

Cara yekem e ku li Sûriyê kargeha semada xwezayî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li herêma Cizîrê hat vekirin. Kargeh li bajarê Til Temir ê girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê hat vekirin. Xebatên avakirina kargehê ji Gulana 2016’an ve hat destpêkirin û ji Çileya 2018’an ve kargehê dest bi berhemderxistinê kiriye. Heta niha kargehê nêzî hezar ton semada xwezayî çêkiriye. Kargeh di rojê de nêzî 6 ton semad çêdike. 12 kes di kargehê de dixebitin.

‘Armanca me ew e ku em cotkaran fêrî semada xwezayî bikin’

Rêveberiya kargehê Ferhad Simêla li ser armanca kar û xebata kargehê agahî dan me. Ferhad diyar kir ku armanca wan ew e ku semadeke xwezayî ku zirarê nede erd û cotkaran çêkin û wiha got:“Em dixwazin gel dest ji semada kimyewî berde. Ji ber ku semada kimyewî zirarê dide erdê û tenê ji bo mewsimekê tê bikaranîn. Lê semada xwezayî hetanî 10 salan jî feydeyê dide axê û axê di aliyê mîneralan de zengîn dike. Axa me di aliyê mîneralên azot û nîtrojen feqîr e. Em dixwazin feydeyê li erdê xwe bikin.”

Çêkirina semada xwezayî li kargehê di 3 merheleyan re derbas dibe. Li kargehê 3 embar kar hene. Piştî ku zibil ji nava gundan tê komkirin, cara yekem dikeve embarê  yekem. Li wir avê dixin nava zibil. Piştî ku zibil bi giştî av kişand, ji embarê  yekem derdixin. Zibil nêzî mehekê di embarê yekem de dimîne.

Merheleya duyemîn di embarê duyemîn de çêdibe. Vê carê jî zibilê ku di embarê yekemîn de rutubet girtî, dikin xeteke yek metre fireh. Li wir naylon, kevir û axê ji nava zibil derdixin. Herareta zibil bi awayekî xwezayî digihîje 80 pileyan. Ji ber dereceya germahiyê hêkên kurm û kêzikan dimirin û tovên giyayên zêde jî ji ber germahiyê pûç dibin. Zibil bi traktorê tê serobinkirin û hemû zibil digihîje pileya germahiyê.

Merheleya sêyemîn jî di embara sêyem de zibil di amûrên hûrkirin, paqijkirin û ziwakirina zibil de derbas dibe. Bi carekê zibil tê paqijkirin û dixin torbeyên 20 heta 50 kg. Êdî semad ji bo bikaranînê amade dibe.

‘Dermanxaneyan semad ceriband û gelekî bi feyde ye’

Ferhad anî ziman ku cotkar heta niha fêrî bikaranîna semada kîmyewî bûne û wiha axivî: “Em ê gel fêrî semada xwezayî bikin. Ji bo vê jî salek, du sal divê ku heta cotkar semada wan bi karbîne, biceribîne û feydeya semada xwezayî bibîne. Heta niha me ji bo ceribandinê semad daye dermanxaneyên çandiniyê yên Til Temir, wan ceribandiye û gotin semad pir baş e. Me bi xwe jî ji bo ceribandinê bi kar anî û me dît ku berhemê ku derdikeve pir bi hêz e.”

‘Em tovê bi zerer û hêkên kez û kurman dikujin’

Ferhad destnîşan kir ku dema cotkar zibil li cem xwe bi kar tînin, tovên giyayên bi zerer, hêkên kêz û kurman namirin û zirarê didin berhemên wan û wiha dewam kir:“Zibilê ku ew bi kar tînin ê gir e û bi salan di nava axê de namire. Em zibil paqij dikin, hûr dikin û dikin semad. Semada ku em çêdikin sala ku bê bikaranîn feydeyê dide berheman.”

Ferhad bang li cotkarên herêmê kir ku herin cem wan û li semada xwezayî ya ku ew li kargeh çêdikin binêrin.

(kc)

ANHA