Parka Giştî ya Qamişloyê 4‘ê Îlonê bi rûyekî nû tê vekirin

Xebatên çêkirin û sererastkirina parka giştî ya bajarê Qamişloyê ji sedî 97 bi dawî bûye û roja 4`ê Îlonê dê were vekirin.

Parka Giştî ya Qamişloyê 4‘ê Îlonê bi rûyekî nû tê vekirin
Parka Giştî ya Qamişloyê 4‘ê Îlonê bi rûyekî nû tê vekirin
Parka Giştî ya Qamişloyê 4‘ê Îlonê bi rûyekî nû tê vekirin
Parka Giştî ya Qamişloyê 4‘ê Îlonê bi rûyekî nû tê vekirin
28 tebax, 2026   05:40
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) bi alîkariya Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê di îlonê 2025`an dest bi nûkirin û sererastkirina parka giştî ya Qamişloyê kirin. Kursî, mase û dîwarên parkê ji nû ve boyax kirin, her wiha rêyên parkê û lîstokên zarokan çêkirin, zemîn rast kirin, peyker û tabloyên dîrokî mîna peykerê şêrê Eyn Dara ya Efrîn danîne û roja 4`ê Nîsanê 2026`an gelek dar çandin.

endamek TEV ÇAND`ê ku cihê xwe di rêvebirina projeyê de digire agahî da ku ji sedî 97 proje bi dawî bûye û dê 4`ê Îlonê parka giştî vekin.

Her wiha got navê parkê dê mîna xwe berê (Parka Giştî) bimîne lê wan navê kafeteryaya parkê ji Avêsta kirine Simûrg ku navê teyrekî ye.

Parka giştî ya bajarê Qamişloyê di nîvê bajar de ye û nêzî 20,265 M2, berî derdora 70 salî vekirine û yek ji kevintirîn parkên Qamişlo ye û ya herî mezin e.

(np)

ANHA