Mîhîrcana Havîna Qaamişloyê bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcana 1’emîn a Havîna Qamişloyê piştî 5 rojan bi beşdariya zêdetirî 200 şîrketan û girseyê bi dawî bûn.

Mîhîrcana Havîna Qaamişloyê bi dawî bû
Mîhîrcana Havîna Qaamişloyê bi dawî bû
Mîhîrcana Havîna Qaamişloyê bi dawî bû
Mîhîrcana Havîna Qaamişloyê bi dawî bû
Mîhîrcana Havîna Qaamişloyê bi dawî bû
Mîhîrcana Havîna Qaamişloyê bi dawî bû
Mîhîrcana Havîna Qaamişloyê bi dawî bû
8 tebax, 2026   22:52
QAMIŞLO

Mîhrîcana Havîna Qamişloyê piştî 5 rojan bi çalakiyên bazirganî, hunerî û şahiyê, ku zêdetirî 200 şîrket ji parêzgehên cûda yên Sûriyeyê li gel çend şîrketên Çînî beşdar bûn, li bajarê Qamişloyê bi dawî bû.

Şêniyên bajêr bi awayekî girseyî û kelecanêkî mezin tev li mîhrîcana bûn. Di Mîhrîcanê de berhem û kel û pelên cuda hatin pêşandan, şahiyên hunerî, çandî û lîstokên curbicur hatin pêşkêşkirin.

Çalakiyên mîhrîcanê bi pêşandanên hunerî û mûzîkî bi dawî bûn. Beşdaran bal kişand ser girîngiya mîhrîcanê di çalakkirina tevgera bazirganî û reclama berheman û peydakirina rûbereke berfireh ji bo çalakiyên çandî û lîstokî.

Mîhrîcana Havîna Qamişloyê çalakiya aborî, hunerî û lîstokî li hev civandin.

(fr)

ANHA