Şahoz Hesen: Heger rêjîm ciddî be divê zimanê gefan bi kar neyne

Şahoz Hesen: Projeyên Ocalan bingeha azadkirina gelên Rojhilata Navîn, bi taybet ji bo gelê Sûriyeyê çareserî ye. Heger rêjîma di diyalogan de ciddî be divê dev ji zimanê gefê berde. Tirkiyeyê aloziya Sûriyeyê kûrtir dike û hewl dide ku diyalogên çareserkirinê bi ser nekevin, di heman demê de dixwaze şerekî navxweyî di navbera Kurd û ereban de derbixîne.

Şahoz Hesen: Heger rêjîm ciddî be divê zimanê gefan bi kar neyne
16 cotmeh, 2018   18:16

QAMIŞLO

PYD‘ê civîna xwe ya îro ji malbatên şehîdên navçeya Girkê Legê re li dar xist.

Di civînê de Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen geşedanên dawî nirxand. Hesen destpêkê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeremzar kir û ev tişt got: " Projeyên Ocalan bingeha azadkirina gelên Rojhilata Navîn, bi taybet ji bo gelê Sûriyeyê çareserî ye. Ocalan ji bo pêkanîna netewa demokratîk, wekhevî û edaletî di navbera hemû gelan de têkoşîneke mezin da meşandin û dimeşîne. Pêkanîna projeyên wî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dagirkeriya Tirkiyeyê û sîstemên desthilatdar aciz kir, lewra tecrîdeke girankirî li ser Ocalan ferz kirin ku, xwestin bi vê yekê têkiliyên gelê şoreşger ji Ocalna qut bike û projeya wî ya demokratîk têk bibin. Li ser vê esasî ji me tê xwestin ku em vê projeyê pêş bixîni û belav bikin, di heman demê de komplo û tecrîdê vala derxînin."

Şahoz Hesen di berdewama nirxandinên xwe de, destnîşan kir ku rêjîma Sûriyê bi zihniyeta xwe ya desthilatdar û neqebûkirin aliyên din û pirrengiyê de berdewam e û zimanê gefan bi kar tîne ku tê fêd li gelê Sûriyeyê nake. Hesen got,  "Gefxwarin wê dawî li azarên gelê Sûriyê nayîne, em ji diyalogên çareserkirina siyasî û demokratîk re berdewam bin. Heke rêjîm di diyalogên xwe de ciddî be divê dev ji gefxwarinên xwe berde."

Hevserokê PYD‘ê bal kişand li ser destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de û wiha domand: "Tirkiyeyê hewl dide aloziya Sûriyê kûrtir bibe û diyalogên çareserkirinê bi ser nkevin, di heman demê de hewl dide şerekî navxweyî di navbera Kurd û ereban de derxîne, lewra çeteyên bi ser me de şandin da ku vê yekê bikin, ji Serêkaniyê ta bi Efrînê dijminahiya kurdan dike,  ji ber ku serkeftinê kurdan ditirse û xeteriyekê li ser faşîzmeya xwe dibîne."

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sûriyê bûye qada şerê cîhanê yê sêyemîn, di vê aloziyê de me projeya xwe ya xeta sêyemîn ragihand, Netewa Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Me di bin bangê vê projeyê de  serkeftinên mezin di her aliyan de bi dest xistin."

Civîn bi şîrovekirina armancên PYD‘ê bi dawî bû.

ANHA