Desteya Enerjiyê devikekî nû ji bo hilberandina kehrebeyê pê xist

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê devikekî nû ji bo hilberandina kehrebeyê pê xist da ku saetên dayîna kehrebeyê ji şêniyan re zêde bike.

Desteya Enerjiyê devikekî nû ji bo hilberandina kehrebeyê pê xist
Desteya Enerjiyê devikekî nû ji bo hilberandina kehrebeyê pê xist
Desteya Enerjiyê devikekî nû ji bo hilberandina kehrebeyê pê xist
Desteya Enerjiyê devikekî nû ji bo hilberandina kehrebeyê pê xist
Desteya Enerjiyê devikekî nû ji bo hilberandina kehrebeyê pê xist
Desteya Enerjiyê devikekî nû ji bo hilberandina kehrebeyê pê xist
16 cotmeh, 2018   11:52

QAMIŞLO

Werşeyên fenî yên di stasyona Siwêdiyê ya hilberandina kehrebeyê ya girêdayî Desteya Enerjiyê de dixebitin, ji meha Nîsanê ve dest bi sererastkirina devikên nû ji bo hilberandina kehrebeyê kir, da ku ji nû ve bikeve warê xizmetê û saetên kehrebeyê li gund, bajarok û bajarên herêma Cizîrê zêde bikin.

Desteyê îro devikekî nû ji bo hilberandina kehrebeyê pê xist da ku berhemên stasyona Siwêdiyê ji kehrebeyê bibe 80 megawat. Stasyon kehrebeyê dide gund, bajarok û bajarên herêmê.

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Abdullkerîm Melek got armanca projeya wan ew e ku pirsgirêka qutkirina kehrebeyê li herêmê çareser bikin û diyar kir ku dê devikên nû ji bo afirandina kehrebeyê li ser gazê dixebitin û wê hemû devikên din ên xirabûyî di demên pêş de sererast bikin.

Melek destnîşan kir ku wê devika nû ji bo hilberandina kehrebeyê biceribînin da ku nas bikin heke ew ji kar re amade ye û paşê dê bi toreyên kehrebeyê yên mezin ve girê bidin û wiha anî ziman: "Pirsgirêka kehrebeyê dê li bajarê Qamişlo û Hesekê çareser bibe û saetên dayîna kehrebeyê dê zêde bibin."

Li gorî Melek dê sererastkirina devikên nû ji bo afirandina kehrebeyê bixin nava plansaziya xwe ya sala bê.

Melek tekez kir ku ew hewl didin pirsgirêka kehrebeyê li herêmê bi temamî çareser bikin û destnîşan kir ku şerê li derdora herêmê û dorpêçkirina wê karê wan asteng dike.

(bx)

ANHA