'Efrîn wê bi îradeya şêniyên xwe rizgar bibe'

Endama Meclisa Kantona Efrînê Esmehan Hesen diyar kir ku Efrîn bi îradeya şêniyên xwe wê rizgar bibe, ne bi hevpeymanên herêmî, ji ber ku gelê Kurd êdî wek sembola îradeya azad di cîhanê de tê naskirin.

'Efrîn wê bi îradeya şêniyên xwe rizgar bibe'
'Efrîn wê bi îradeya şêniyên xwe rizgar bibe'
16 cotmeh, 2018   11:46

ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrînê bi armanca gotûbêjkirina geşedanên dawî li qada Sûriyê rêzecivînan ji şêniyên Efrînê re li dar dixe. Di vê çarçoveyê de meclisê civînên cuda ji welatiyên gundê Mezin, Birc Qas û Meyasê yên navçeya Şêrawa re li dar xistin. Bi dehan xelk beşdarî wan civînan bûn.

Di civînekê de endama Meclisa Kantona Efrînê Esmehan Hesen axivî û wiha got: "Di aloziya Sûriyê de dewletên herêmî û di serî de dewleta Tirk bi roleke neyînî rabû û siyasetên xwe yên qirêjî li dijî gelê Sûriyê meşandin. Dewleta Tirk bi hemû şêwaz û rêbazan êrîşî Kurdan kir da ku nikaribin mafên xwe yên rewa wergirin û hewl da çand û nasnameya Kurdan tune bike."

Esmehan destnîşan kir ku dewletên herêmî li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê li hev dikin û got  hemû hevpeymanên ku gelê Sûriyê beşdarî wan nebûne, tu carî çareseriyê ji aloziya Sûriyeyê re peyda nakin.

Esmehan got dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê di encama hevpeymaneke navneteweyî de pêk hatiye da ku derbeyê li îradeya gelan bidin û wiha dewam kir:” Tevî vê yekê û tevî hemû hovîtiya dewleta Tirk li dijî herêma Efrînê, xelkê Efrînê bi berxwedana xwe efsaneyên dîrokî nivîsandin û hê jî berxwedana xwe didomînin.”

Der barê geşedanên dawî ên herêma Idlibê de û hevpeymana di navbera Rûsya û dewleta Tirk de Esmehan da zanîn ku ew armanc dikin ku çeteyan ber bi herêmên Bakurê Sûriyê ve bişînin û li dijî destkeftiyên pêkhateyên herêmê bidin şerkirin.

ANHA