Rêyên gundên rojavayê Dêrazorê tên sererastkirin

Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi sererastkirina rêyên sereke li gundên rojavayê Dêrazorê kir.

Rêyên gundên rojavayê Dêrazorê tên sererastkirin
Rêyên gundên rojavayê Dêrazorê tên sererastkirin
Rêyên gundên rojavayê Dêrazorê tên sererastkirin
Rêyên gundên rojavayê Dêrazorê tên sererastkirin
Rêyên gundên rojavayê Dêrazorê tên sererastkirin
16 cotmeh, 2018   11:58

DÊRAZOR

Ji ber sersariya rayedaran rêyên li herêmê gelekî xirab bûn û ev yek dihêle ku qezayên trafîkê pêk werin.

Ji ber gazinên şêniyan Komîteya Xizmetguzariyê û Şaredariyan werşên çêkirinê, treks, kamyon û buldozer şandin ku rêyan sererast bikin, beriya ku zivistan bê. Komîte niha rêya di navbera gundên Cîşê, Şeqre, El-Hîsan, Mihêmîdiyê û Hîmar El-Elî de sererast dike.

Piştî ku ev rê bi dawî bibe, dê rêya gundên Ebo Xeşeb, Cerwan û Izman bi dirêjiya 30 km bê sererastkirin.

Berpirsê Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan Hemed El-Elî têkildarî mijarê wiha got: "Li gorî derfetên heyî me dest bi sererastkirina gelek rêyên di navbera gundên Cîşê, Şeqre, El-Hîsan, Mihêmîdiyê û Hîmar El-Elî de kiriye û em ê berê xwe bidin gundên Ebo Xeşeb û Cirwan ku rêyên wan gundan jî sererast bikin."

(jo)

ANHA