‘Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rihê jin û ciwanan ava dibe’

Jinên ku beşdarî şahiya li stada El-Beledî de bûn destnîşan kirin ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê wê  bibe bingeha ku bi rêya wê dikarin nêrînên xwe bi azadî bibêjin û gotin:”Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rihê jin û ciwanan ava dibe.”

‘Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rihê jin û ciwanan ava dibe’
16 cotmeh, 2018   08:49

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Duh li stada El-Beledî ya bajarê Reqayê ji bo danasîna Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şahiyek hate lidarxistin. Gelek jinên Reqayê jî tev li şahiyê bûn.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat diyar kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê wê  bibe pêşenga siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û Sûriyeke pirreng û nenavendî ava bike û wiha got:"Partî wê maf bide ku jin jî beşdarî hemû beşan û taybet beşa siyasî bibin."

Lîna Berekat destnîşan kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rihê ciwanan û azadiya jinan tê avakirin, ji ber ku bêyî azadiya jinê civak azad nabe.

Leyla Ebdullah ku ji Dêrazorê ye, wiha got: "Îro em beşdarî vê mîhrîcanê bûne, wê  Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bibe pêşenga siyasî ji bo aloziya Sûriyeyê.”

Jina bi navê Zehra El-Tayê da zanîn ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê wê bibe bingeha ku bi rêya wê dikarin nêrînên xwe bi azadî bibêjin.

(jo)

ANHA