Li Kobanê çandiniyê dest pê kir

Bi hatina demsala zivistanê re cotkarên gundewarên Kobanê dest bi çandiniyê kir.

Li Kobanê çandiniyê dest pê kir
Li Kobanê çandiniyê dest pê kir
Li Kobanê çandiniyê dest pê kir
Li Kobanê çandiniyê dest pê kir
16 cotmeh, 2018   08:26

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Kantona Kobanê wek herêmeke çandiniyê tê naskirin û hejmareke mezin ji şêniyên herêmê debara xwe ya jiyanî bi çandiniyê dikin. Salane cotkarên kantona Kobanê bi hezaran donim erd genim, ceh û zeviyên din diçînin. Çend salên dawîn li kantona Kobanê hilberîna çandiniyê pir lewaz bûbû.

Li gorî cotkaran berhêmên salên derbasbûyî pir kêm bûn û lêçûna çandiniyê jî dernedixist. Der barê mijarê de cotkarê bi navê Besam Mislim ê ji gundê Xelîcik ê girêdayî navçeya Qinayê wiha dibêje: "Ev bû demek me dest bi çandiniyê kiriye û em niha ceh diçinîn, lê ceh zêde tune ye. Mm cehê spî û yê reş tevlihev dikin. Ji ber ku buhayê ceh ku her her kîloyek bi 155 lîreyên Sûriyeyê tê firotin, em zehmetê dibînin.”

 Alîkariyên Gerînendetiya Çandiniyê ji bo cotkaran

Gerînendetiya Çandiniyê semad ango kemawî û genim ji cotkaran re peyda kirine. Her toneke genim bi sed û 60 hezar lîreyên Sûriyeyê, her wiha buhayê toneke semada yoryo bi 200 hezar lîreyan, semada super jî bi 220 hezar lîreyan e.

Hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê Fatma Îbrahîm wiha got: "Sala derbasbûyî me her kîloyeke genim bi 175 lîreyên Sûriyeyê ji cotkaran kir, paşê jî me xirbal û paqij kir, ev yek li ser me bi qasî 220 lîreyan sekinî. Îsal jî  ji bo em destekê bidin cotkaran her kîloyek bi 160 lîreyan difiroşin cotkaran."

Fatma anî ziman ku ji bo zeviyên avî ji her hektarekê (şimbilekê) re 300 kîlo genim didin cotkaran û ji bo bejî jî 150 kîlo. Semada yoryo ji her hektareke zeviyên avî re 300 kîlo û ya super 200 kîlo ye.

Fatma Îbrahîm diyar kir ku li gorî pêwîstiya cotkaran dê mazotê jî bidin wan. Gerînendetiya Çandiniyê ji bo cotkirinê ji bo her hektareke avî 70 lître û ji yên bejî re jî 30 lître mazotê dide cotkaran.

ANHA